Trump qala diyalogê dike, petrol erzan dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Petrol îro ji sedî 5 erzan bû û ev erzanbûn piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew li gel Îranê di dan û standinan de ne.

Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur îro piştî vekirina bazarên Asyayê daket nêzîkî 99 dolaran.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî bi heman rêjeyê daket û bermîlek bi 87 dolaran hat firotin.

Serokê Amerîkayê ragihand ku wî êrişên li ser tesîsên enerjiyê yên Îranê rawestandine.

Trump her wiha eşkere kir ku Îran dixwaze li gel Amerîkayê peymanekê îmze bike.

Banka Goldman Sachsê ragihand ku bazara petrolê di nav nediyarî û nezelaliyeke mezin de ye.

15 daxwazên Amerîkayê

New York Timesê şeva borî belav kir ku Amerîkayê 15 daxwaz ji bo Îranê şandine da ku şer bi dawî bibe.

Hîn hûrgiliyên wê yekê ne eşkere ne ku ew daxwazên Amerîkayê çawa bi rêya Pakistanê gihiştine destê berpirsên Îranê.

Hîn ne diyar e bê ma Îsraîl piştgiriyê dide wan daxwazan an na.

Li hêla din, divê were gotin ku ev angaşt ji aliyên fermî ve nehatiye piştrastkirin.