ÎSLAMABAD - Şandeyên Îran û Amerîkayê dê hev bibînin?
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Pakistanî ragihand ku şandeyên Îran û Amerîkayê bi awayekî cuda bi berpirsên pilebilind ên Pakistanê re dicivin.
Eger encamên civînan erênî bin, dibe ku roja yekşemê her du alî rû bi rû dan û standinan bikin.
Lê belê medyaya Îranê diyar kir ku şandeya Îranê naxwaze aliyê Amerîkayê bibîne.
Berpirsekî pilebilind ê Pakistanê roja înê ji kanala ABC Newsa Amerîkayê re ragihand ku şandeyên Amerîka û Îranê dê bi awayekî cuda bi berpirsên Pakistanê re bicivin.
Wî berpirsî anî ziman, eger encamên civînan baş bin, dibe ku roja yekşemê her du şande rû bi rû bicivin.
Heman berpirsî eşkere kir ku şandeya Îranê gihîştiye Pakistanê û tê çaverêkirin ku şandeya Amerîkayê jî êvara înê bi dema Îslamabadê bigihe wir.
Lê belê televîzyona Îranê roja înê ragihand ku şandeya hikûmeta welatê wan plan nake bi şandeya Amerîkayê re bicive.
Li gorî nûçeyê, Îran dê bi rêya navbeynkarên Pakistanî nêrînên xwe bigihîne aliyê Amerîkayê.
Şandeya Îranê li Îslamabadê ye
Wezareta Karên Derve ya Pakistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeya Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî gihîştiye Îslamabadê.
Şande ji aliyê Wezîrê Karên Derve û Cîgirê Serokwezîr Mihemed Îshaq Dar û Sererkanê Pakistanê Asim Munîr û çend berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin:
"Şandeya Îranê dê bi berpirsên pilebilind ên Pakistanê re li ser pêşhatên dawî yên herêmê û hewlên ji bo aramî û ewlehiya herêmê biaxive."
Her wiha Balyozxaneya Îranê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku Eraqçî gihîştiye wir û dê li ser pêwendiyên dualî û mijarên herêmî gotûbêjan bike.
Li aliyê din, Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê roja înê li Washingtonê ji rojnamegeran re ragihand ku sibe şandeyeke Amerîkayê ber bi Îslamabadê ve bi rê dikeve.
Leavittê diyar kir ku di nav şandeyê de Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Şêwirmendê Donald Trump Jared Kushner cih digirin.