Şîeyên Pakistanê piştgiriyê didin biryarên Îranê

Îslamabad (Rûdaw) – Şîeyên ku li Îslamabada paytexta Pakistanê dijîn piştgiriya Îranê dikin.

Ji destpêka ketina nav mizgefta Şîeyan ve wêne û sembolên Rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî û Mucteba Xamineyî tên dîtin.

Sindoqeke taybet a ji bo komkirina pereyan a ji bo Îranê jî hatiye danîn.

Ezher Elî mamosteyê fîzîkê yê li Zanîngeha Îslamabadê ye û çendîn caran ji bo ziyareta îmamên Şîeyan çûye Îranê.

Di mijara dan û standinên Îran û Amerîkayê Ezher û Şîeyên Pakistanê biryarên Îranê rast dizanin.

Ezher Elî anî ziman:

"Ne tenê civaka Şîe ya li Pakistanê, tevahiya xelkê Pakistanê piştgirê Îranê ye.

Em piştgiriya dan û standinan dikin.

Îran jî piştgiriya dan û standinan dike ku gaveke erênî hebe.

Em piştgiriya doza gelê Îranê dikin.

Lê belê divê ew jî niyeta xwe ya baş nîşan bidin, wekî mînak vekirina Tengava Hurmizê."

Rêjeya Şîeyan a li Pakistanê

Li Îslamabadê 25 mizgeftên taybet ên Şîeyan hene.

Hejmara niştecihên Îslamabadê milyonek û 800 hezar kes e û ji sedî 12ê wan Şîe ne.

Hemû kesên di wê mizgeftê de dibêjin Îran mafdar e û divê dan û standin di berjewendiya wan de bin.

Omer peyrewekî tund ê mezheba Şîe ye.

Nêzîkî 7 salan e wî mezheba xwe û jin û zarokên xwe ji Sunîtiyê guherandiye Şîetiyê.

Xwendina zêde ya pirtûkên mezhebê Şîe bûye sedema biryara wî.

Omer Qeyûm li ser biryara xwe da zanîn:

"Ez piştgiriya Îranê dikim. Her wiha piştgiriya Hizbulah, Hemas û Cîhada Îslamî û Eniya Berxwedanê dikim.

Ew hemû yek in lê Rojava dixwaze wan ji hev cuda bike.

Ez piştgiriya wan dikim. Amerîka têk çûye. Agirbest li dû agirbestê dike.

Dixwazin Îranê bixapînin di demekê de ku amadehiya gera duyem dikin. Ev nêrîna min e."

Ji sedî 96ê xelkê Pakistanê Misilman in. Dîn, nêzîkiya cografî û hevbeşiya bazirganî sedem in ku xelkê Pakistanê nêzîkî Îranê kiriye.

Di vê dema hestyar de, piraniya wan alîgirên biryarên Îranê ne, çi aştî be çi jî şer.