Karsazekî Kurd li Almanyayê giliyê KFCyê kir

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Almanyayê, zincîre xwaringeha KFC ya Amerîkî li gel karsazekî Kurd ketiye nav nakokiyeke yasayî.

Şirketa KFCyê ku li seranserê cîhanê xwarinên bilez difiroşe, dixwaze li Almanyayê xwarineke nû ya bi navê "Crispy Kebab" bixe bazarê.

Lê belê bi heman navî zincîre xwaringehek heye ku 17 şaxên wê li seranserê Almanyayê hene û xwediyê wê Kurd e.

Binpêkirina mafên markeyê

Xwediyê "Crispy Kebab"ê Sergen Kolcu diyar dike ku ev karê KFCyê binpêkirina mafên yasayî yên xwaringeha wî ye.

Wî da zanîn ku ev nav bi salan e li Almanyayê wekî markeyekê li ser navê wî hatiye tomarkirin.

Kolcu niha bi rêya parêzerê xwe giliyê wê şirketa Amerîkî dike.

Parêzerekî Alman ê bêalî li ser vê dozê got, "Rast e KFC şirketekê mezin e û Crispy Kebab li hemberî wan biçûk e lê di warê yasayî de Crispy Kebab li ser heq e."

Bersiva şirketa KFCyê

Li hêla din, şirketa KFCyê van tohmetan red dike. Şirketê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku xwarina "Crispy Kebab" a wan li seranserê Ewropayê heye û ne tenê li Almanyayê ye.

Ji ber vê yekê, ew îdîa dikin ku wan navê wê markeya karsazê Kurd kopî nekiriye.

Şirketa Amerîkayê her wiha da zanîn ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi xwediyê xwaringehê re bikevin nav dan û standinan.