‘Roviyê Kurd’ dîsa di rojeva Ewropayê de ye
Dusseldorf (Rûdaw) - Vê hefteyê li Swêdê navê Rewa Mecîd ê ku wekî "Roviyê Kurd" tê naskirin, ducare ketiye ser zimanan.
Rewa Mecîd bi wê yekê tê tohmetbarkirin ku serokatiya çeteyeke tawanbariyê ya bi navê "Foxtrot" dike.
Her wiha Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê û hikûmeta Brîtanyayê jî navê wî xistine lîsteya ceza û dorpêçên xwe.
Rewa Mecîd ev çend sal in li Swêdê nemaye. Ew berê li Başûrê Kurdistanê bû lê sala 2023yan nûçeyên girtina wî li Îranê hatibûn belavkirin.
Hate gotin ku ew li Rojhilatê Kurdistanê hatiye desteserkirin û di zindanê de ye.
Zanyariyên nû yên polîsê Fînlandayê
Li gel vê yekê, vê hefteyê polîsê Fînlandayê zanyariyên nû eşkere kirin. Polîs diyar kir ku berî çend mehan li Helsinkiyê bi ser malekê de girtine ku wekî depoya madeyên hişbir dihat bikaranîn.
Di wê kêliyê de telefonî yek ji wan her du ciwanên ku li malê hatine girtin hatiye kirin.
Ew telefon bi rêya sepana Signalê hatiye û navê kesê li ser xetê "Don Fox" bûye.
Polîs dibêje ev ew nav e ku endamên çeteyê ji bo Rewa Mecîd bi kar tînin.
Efserên polîs gava dîtine Rewa Mecîd telefonî wê jimareyê dike, xwestine bersivê bidin. Lê belê ji bo serkeftina operasyonê paşê biryar daye ku bersivê nedin.
Tora tawanê ya ji Îranê heta Ewropayê
Niha li Swêdê û di nav saziyên ewlehî û îstîxbaratî yên Rojavayî de tê gotin ku Rewa Mecîd ji nav Îranê ve grûpa xwe ya li Swêdê û cihên din bi kar tîne.
Tê îdîakirin ku ew ji bo lêdana berjewendiyên Îsraîl, Amerîka û welatên din ên Rojavayî dixebite.
Sala 2024an, an ku salekê piştî girtina wî ya li Îranê, êrişî Balyozxaneya Îsraîlê ya li Swêdê hatibû kirin. Wê demê yekser hatibû gotin ku ev çalakî karê çeteyê Foxtrotê ye.
Mirina zarokekî 15 salî
Di dosyeyeke din de ku van rojan li Swêdê ducare ketiye dewrê û li ser mirina zarokekî 15 salî yê li Stokholmê ye, dozger agahiyên balkêş dan.
Dozger dibêje ku ew zarok ji aliyê du endamên çeteya Rewa Mecîd ve hatiye erkdarkirin da ku bombeyekê bibe herêmeke başûrê Stokholmê. Lê belê li wir bombe bi zarokî de teqiya û wî canê xwe ji dest da.