Awistralya: Em kesî ji Sûriyeyê venagerînin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Awistralyayê ragihand ku ew alîkariya wan welatiyan nake ku xizmên çekdarên DAIŞê ne û dixwazin ji kampên Sûriyeyê vegerin Awistralyayê.

Ev daxuyanî piştî belavbûna raporekê hat ku qala hewla çend malbatên Awistralyayî ya ji bo vegerê dike.

Tora nûçeyan a ABCya Awistralyayê belav kir ku 4 jinên Awistralyayî û 9 zarok û neviyên wan roja înê ji Kampa Rojê ya li Rojavayê Kurdistanê derketine.

Li gorî raporê, hêzên Sûriyeyê ew kom birine Şamê da ku ji wir bi balafirê vegerin Awistralyayê.

"Em kesî venagerînin"

Berdevkê hikûmeta Awistralyayê di daxuyaniyekê de ji ajansa AFPê re got, "Hikûmeta Awistralyayê kesî ji Sûriyeyê venagerîne û ew vê yekê nake."

Berdevk her wiha destnîşan kir ku ajansên wan ên ewlehiyê çavdêriya rewşa Sûriyeyê dikin da ku ji bo her Awistralyayiyekî ku bixwaze vegere amade bin û anî ziman:

"Divê ye ew kes zanibin ku eger wan tawaneke kiribe, di dema vegera xwe ya Awistralyayê de dê bi tundî rû bi rûyî yasayê bibin."

Hewlên berê yên vegerê

Ev kom beşek in ji wan 34 Awistralyayiyên ku Sibata borî hewl dabûn vegerin lê ji ber pirsgirêka hevahengiyê ya li gel hikûmeta Sûriyeyê, hewla wan bi ser neketibû.

Wê demê Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese ragihandibû ku hikûmeta wî piştgiriyê nade wan.

Pirsa vegerandina malbatên çekdarên DAIŞê li Awistralyayê bûye mijara nîqaşeke zêde.

Hinek siyasetmedar hişyariyê didin ku vegera wan kesan metirsiyê li ser ewlehiya niştimanî çêdike.

Sala 2023yan, rêxistina Save the Children li ser navê 11 jin û 20 zarokên di nav Kampa Rojê de doz vekiribû da ku hikûmetê neçar bike wan vegerîne lê Dadgeha Federal a Awistralyayê ew doz red kiribû.