Li Almanyayê krîza sotemeniyê: 20 hezar geşt hatin betalkirin
Berlîn (Rûdaw) - Şer û dorpêçên deryayî yên li Kendavê, tenê di nav sînorên cografîk ên Rojhilata Navîn de asê neman.
Pêlên van rûdanan gihiştin asmanê Almanyayê jî û sektora firokevaniyê ya wî welatî rûbirûyî krîzeke stratejîk kir.
Pêdiviya sotemeniyê û astengî
Almanya salane pêdivî bi nêzîkî 9 milyon ton sotemeniya balafiran heye lê hilberîna navxweyî tenê beşeke biçûk a vê daxwazê tije dike.
Aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de û girtina rêyên avî bûn sedem ku gihîştina sotemeniyê raweste.
Sêyeka sotemeniya balafiran a ku Almanya hawirde dike, ji welatên Kendavê tê dabînkirin.
20 hezar geşt hatin betalkirin
Ev kêmasî bandoreke rasterast li geştyaran dike.
Şirketa herî mezin a asmanî ya Almanyayê (Lufthansa) ji ber kêmbûna sotemeniyê û bilindbûna bihayê wê ket tengasiyê.
Şirket neçar ma ku heta payîza îsal nêzîkî 20 hezar geştan betal bike.
“Ji bo me xewn e”
Vanessa Muller dayîka 5 zarokan e û ew jî yek ji wan hezar kesan e ku ji ber bihabûna bilêtan plana geşta xwe guheriye.
Vanessa Mullerê ji Rûdawê re got, "Em 7 kes in, eger em bixwazin herin Nîjeryayê tenê ji bo bilêtan pêwîstiya me bi 14-15 hezar euroyan heye.
Ji bo malbateke asayî ev yek xewn e û em nikarin hizra wê jî bikin. Ji ber vê yekê me biryar da ku em îsal li malê bimînin."
Hewldanên hikûmetê û alternatîv
Hikumeta Almanyayê niha hewl dide ku li şûna Kendavê, ji bo dabînkirina sotemeniyê berê xwe bide Amerîka û Nîjeryayê.
Endamê Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) Dr. Christian Unterreiner amaje bi wê yekê dike ku divê bac bên kêmkirin û wî got:
"Girîng e ku em ji bo demeke dirêj serbixwe bin û tenê pişta xwe bi welatekî ve girênedin.
Divê em enerjiya navxweyî bi pêş bixin da ku pêdiviya me bi derve kêmtir bibe."
Gefa herî mezin a piştî Koronayê
Yekîtiya Firokevaniyê ya Almanyayê (BDL) hişyarî da ku ev yek piştî serdema pandemiya Koronayê gefa herî mezin e li ser kerta firokevaniyê.
Yekîtî daxwaz dike ku baca veguhastina asmanî bi awayekî demkî were rawestandin.
Bi vê yekê tê xwestin ku şirketên asmanî karibin li ser pêyên xwe bimînin û zincîreya dabînkirinê neqete.
Amar metirsîdar in
Amarên heyî metirsîdar in. Heft welatên başûrê Kendavê ji sedî 40ê sotemeniya balafiran a hemû Ewropayê dabîn dikin.
Ji ber aloziyên li Tengava Hurmizê, bihayê tonek sotemeniya balafiran li Ewropayê ji 800 dolarî derket ser 1800 dolarî.
Ev rewşa heyî wisa dike ku firîna li asmanê Ewropayê, ji her demê bihatir be.