Fermandarekî Rûs: Ukraynayê êrişî helîkoptera Putin kir
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Parastina Asmanî ya Rûsyayê Yuri Daşkin ragihand ku di dema serdana Serok Putîn a ji bo herêma Kurskê de di navbera 20-22ê Gulanê de, Artêşa Ukraynayê bi dronan êrişî helîkoptera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir lê sîstema parastina asmanî ya Rûsyayê êriş têk bir.
Rûsyayayê 1,177 dron têk birin
Daşkin da zanîn ku di dema serdana Putîn de, wan 1,177 dronên Ukraynayê têk birine û wan hemû êrişên Ukraynayê di wê demê de bersivandine û "armancên dijmin" pûç kirine.
Li gorî agahiyên ku Daşkin daye, di dema êrişê de helîkoptera Vladimir Putin li hewayê bû, dijî dronên dijmin operasyoneke giran a parastinê dimeşand.
Putin cara yekem serdana Herêma Kurskê kir
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di navbera 20-22yê Gulanê de piştî şer cara yekem serdana herêma Kurskê kir.
Ev serdan piştî bi temamî rizgarkirina herêmê ji hêzên Ukraynayê pêk hat.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê, Putin li bajarê Kurçatovê yê Kurskê bi serokşaredarên herêmê re civînek li dar xist û serdana Wargeha Enerjiya Atomî ya Kursk-2 ya ku avakirina wê berdewam dike kir.
Pisporê leşkerî yê Rûsyayê, Vasili Dandikin jî diyar kir ku artêşa Ukraynayê êdî çavkaniyên wên yên zêde nînin careke din êrişî herêma Kurskê bike.
Êrişên bi dronan berdewam dikin
Ji aliyekî dîl bi hev tên guhertin lê li aliyê din Rûsya û Ukraynayê îro bi dronan êrişî paytextên hev dikin.
Serokê Şaredariya Kîevê Vitali Klitschko ragihand ku di êrişa şeva borî ya Rûsyayê de herî kêm 10 kes birîndar bûne û hişyarî da niştecihan ku di stargehan de bimînin.
Vitali Klitschko got, paytext "di bin êrişê de ye" lê "sîstemên parastina hewayî kar dikin.”
Serokê Birêvebiriya Leşkerî ya Kîevê Timur Tkachenko destnîşan kir ku "zêdeyî 12 dronên dijmin" li sînorê asmanî yê derdora paytextê bûn.
Li aliyê din, Desthilata Firokevaniya Sivîl a Rûsyayê jî ragihand ku li Moskowê, li ser herî kêm çar balafirgehan sînordarkirin hatiye danîn ku navenda sereke ya Şeremetyevoyê jî di nav wan de ye.
Serokê Şaredariya Moskowê Sergey Sobyanin jî got, 12 dronên ku ber bi paytexta Rûsyayê ve difiriyan hatine têkşikandin.