Li gor rapirsiyan Trump 14 xalan dûv Biden ma
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di rapirsiyan de 14 puan li dûv rîkeberê xwe yê Demokrat Joe Biden ma.
New York Times û Siena Collegeyê rapirsiyek çêkirin û encamên wê belav kirin.
Li gor wê rapirsiyê cîgirê Serokê Amerîkayê yê berê Joe Biden li pêş e.
Ji bo namzedê tekane yê Demokratan Bîden ji sedî 50 piştgirî heye, Trump jî ji sedî 36 heye wate Trump 14 puan li dûv Bîden e.
Herî zêde hilbijêrên jin, çêrmreş û hîspanîk piştgiriyê didin Biden.
Tê gotin ku Trump ji ber di xwepêşandanên vîrusa koronayê û yên dijî nijadperestiyê de tevgerek neyînî nîşan da hilbijêran dev ji piştgiriyê berdan.
Ji sedî 52yê hilbijêrên çêrmspî yên ku temenê wan ji 45an biçûktir in piştgiriyê didin Bîden, ji sedî 30ê wan jî dibêjin ew piştgiriyê didin Trump.
Ji pênc paran du par hilbijêrên çêrmspî yên ku temenê wan ji 65an mezintir in jî tevgerên Donald Trump ên dijî xwepêşandanên Covîd-19yê û yên dijî nijadperestiyê pesend nekirin.