Gregory Murphy: Divê derfet ji agirbesta Îran û Îsraîlê re bê dayîn
Whashington (Rûdaw) - Endamê Kongreya Amerîkayê Gregory Murphy ji Rûdawê re ragihand, divê derfet ji wê agirbesta ku di navbera Îsraîl û Îranê de hatiye ragihandin re bê dayîn, heta ku bê zanîn ka dê serkeftî be an na.
Her wiha amaje bi wê yekê jî dike ku bombebarankirina navendên nukleerî yên Îranê ji aliyê birêvebiriya Trump ve pêwîstî bi razîbûna Kongreyê nebû.
Murphy êrişa hewayî ya welatê xwe ya li Îranê bi pêwîst zanî û got ku diviyabû bernameya nukleerî ya Îranê bihata jinavbirin.
Endamê Komarî yê Kongreya Amerîkayê Gregory Murphy ji Berpirsê Ofîsa Washingtonê ya Rûdawê Diyar Kurde re axivî.
Rûdaw: Gelek spas rêzdar endamê Kongreyê ku hûn bi me re ne. Hûn rewşa Rojhilata Navîn piştî wê agirbesta ku bi navbeynkariya Amerîka û Serok Trump di navbera Îran û Îsraîlê de hat kirin, çawa dibînin?
Gregory Murphy: Baş e, ez dixwazim ku em hinek demê bidin agirbestê da ku em bizanibin ka dê cîgir bibe an na. Bi baweriya min, ev yek dê ji bo vê mijarê girîng be. Lê diviyabû bernameya nukleerî ya Îranê bihata jinavbirin, ji ber ku em nikarin baweriya xwe bi wan bînin. Rastî her rastî ye û ez wisa dibînim ku wan dê çekê nukleerî ji bo mebestên xerab bi kar anîbana. Lewma, dizanî, ew kar pêwîst bû û em hêvîdar in ku agirbest berdewam be.
Rûdaw: Pirsa min a duyem, Serok Trump bêyî wergirtina razîbûna Kongreyê, tedbîrên leşkerî li dijî saziyên nukleerç yên Îranê girtin. Hûn wî karê rêveberiyê çawa dibînin?
Gregory Murphy: Pêwîstiya wî bi razîbûna Kongreyê nebû. Pêwîstiya wî bi tiştekî zêdetir ji ya Obama nebû dema ku Lîbya bombebaran kir. Erka sereke ya serok parastina selametî û ewlehiya niştimanî ye. Îran ji ber bernameya xwe ya nukleerî gefeke yekser bû an jî gefeke yekser e. Eger (Trump) rûnişta û ev hemû bi Kongreyê re gotûbêj bikira, gelek endamên me hene wekî Rashida Tlaib û (Ilhan) Omar ku bi awayekî rastgo dê ev yek ji hevkarên xwe re li beşên din ên welêt û cîhanê eşkere bikirana. Dê ti nepenî ji bo vê mijarê nemana.