Marco Rubio: Em plana Macron a naskirina Dewleta Filistînê bi tundî red dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê biryara Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a ji bo naskirina Dewleta Filistînê red kir.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got, “Ev biryara xemsarane tenê xizmeta propagandaya Hemasê dike.”
“Ev sîleyeke li rûyê qurbaniyên 7ê Çiriya Pêşîn”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivîsî:
“Amerîka plana Emmanuel Macron a ji bo naskirina Dewleta Filistînê ya li Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bi tundî red dike.
Ev biryara xemsarane tenê xizmeta propagandaya Hemasê dike û aştiyê ji holê radike. Ev sîleke li rûyê qurbaniyên 7ê Çiriya Pêşîn.”
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî bi tundî li dijî biryara Macron derket û eşkere kir ku naskirina Filistînê di van şertan de “xelatkirina terorê ye û metirsiya wê yekê çêdike ku wekî mînaka Xezeyê, wekîleke din a Îranê were avakirin.”
Macron doh di nameyeke giştî de ji Serokê Filistînê Mehmûd Ebas re ragihandibû ku ew dê meha îlonê li New Yorkê di kombûna salane ya serokên cîhanê de Filistînê nas bike.
Di nameyê de wiha hatibû gotin: “Rûmeta min e ku ez piştrast bikim li gorî pêbendiyên we, Fransa dê di îlonê de dema ku ez biçim Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Filistînê bi tevahî wekî dewletekê nas bike.”
#GRAFÎK - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron: Min biryar da ku Fransa Dewleta Filistînê nas bike
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 25, 2025
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio: Em plana Macron a naskirina Dewleta Filistînê bi tundî red dikin#Palestine #France #USA pic.twitter.com/8pqSnvWUD5
Macron her wiha gotibû, “Bi vê yekê, Fransa dê hevkariyeke diyarker ji bo aştiya li Rojhilata Navîn bike û dê hemû hevkarên xwe yên navneteweyî yên ku dixwazin beşdar bibin seferber bike.”
Fransa dê bibe endama yekem a G7ê (Koma aboriyên herî pêşketî yên cîhanê) ku Dewleta Filistînê nas dike.
Niha ji 193 dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî 147 dewlet bi awayekî fermî Dewleta Filistînê nas dikin.
Alîkarê Serokê Filistînê Husên El Şêx jî biryara Macron pêşwazî kir û got, ev biryar “pêbendiya Fransayê ya bi hiqûqa navneteweyî û piştgiriya wê ya ji bo mafê çarenivîsê yê gelê Filistînê nîşan dide.”
Divê were gotin ku ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve li Xezeyî şer û pevçûnên dijwar di navbera Îsraîl û Hemasê de hene.
Di wan êrişên Îsraîlê de zêdetirî 59 hezar û 500 Filistînî hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in.
Operasyonên leşkerî bûne sedema wêranbûna herêmê, têkçûna sîstema tenduristiyê û kêmbûna xwarinê û derketina xelayê li herêmê.