Almanya: Em niha Filistînê wekî dewlet nas nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Almanyayê ragihand ku ew di demeke kurt de plan nakin Dewleta Filistînê nas bikin û got, "Ewlehiya Îsraîlê ji bo me pêşîneyeke sereke ye."

Almanyayê her wiha daxwaza agirbesteke demildest û başkirina rewşa mirovî ya li Xezeyê kir.

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Stefan Kornelius ragihand ku welatê wî di demek kurt de plan nake Dewleta Filistînê nas bike.

Kornelius li ser rewşa Rojhilata Navîn daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, "Hikûmeta Alman bawer dike ku tenê çareseriyeke du-dewletî ya bi rêya dan û standinan dikare aştî û ewlehiyeke mayînde ji bo Îsraîlî û Filistîniyan pêk bîne."

Wî anî ziman ku Almanya naskirina Dewleta Filistînê wekî yek ji gavên dawî yên pêkanîna çareseriya du-dewletî dibîne û got: "Ewlehiya Îsraîlê ji bo Hikûmeta Almanyayê xwedî girîngiyeke sereke ye.

Ji ber vê yekê, hikûmet plan nake ku di demeke kurt de Dewleta Filistînê nas bike."

"Pêdivî bi agirbesteke bi lez heye"

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê destnîşan kir ku pêşîniya wan çareserkirina mijarên herî lezgîn e û got ku li Xezeyê pêdivî bi agirbesteke bi lez heye.

Her wiha xwest ku dîlên ku welatiyên Alman jî bên berdan.

Kornelius anî zimên ku divê Hemas bê çek bimîne û got, "Divê Îsraîl bi lez û bi awayekî bi bandor rewşa karesat a mirovî ya li Xezeyê baş bike.

Divê Îsraîl alîkariyên mirovî û yên pêwîst bigihîne xelkê sivîl ê ku êşê dikêşe."

Berpirsê Hikûmeta Almanyayê di berdewamiyê jî de tekez kir ku ji bo agirbest bibe aştiyeke mayînde, pêwîstî bi perspektîfeke siyasî ya domdar li Xezeyê heye.

"Eger pêşketin çênebe, em dê zextan zêde bikin"

Berdevk Kornelius da zanîn ku Hikûmeta Almanyayê bi Hikûmeta Îsraîlê û hevkarên navneteweyî re di nava pêwendiyeke berdewam de ye û got, "Eger li ser rewşa Xezeyê pêşketin çênebe Hikûmeta Almanyayê amade ye zextên xwe zêde bike."

Wî her wiha diyar kir ku Almanya piştgiriya xwe ya ji bo avakirina şert û mercên dewletbûna Filistînê didomîne.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron doh ragihandibû ew dê meha îlonê li Neteweyên Yekbûyî bi awayekî fermî Dewleta Filistînê nas bike.

Berpirsên Amerîka û Îsraîlê bi tundî li dijî biryara Macron derketibûn lê Urdin, Îrlanda û Erebistana Siûdî biryara Macron pêşwazî kiribûn.