Dick Schoof: Divê Netanyahu rêyeke cuda bişopîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê hikûmeta demkî ya Holendayê Dick Schoof got, “Divê Netanyahu rêyeke cuda bişopîne.”

Serokwezîrê hikûmeta demkî ya Holendayê Dick Schoof ragihand ku divê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu "rêyeke cuda bişopîne" û rê bide ku alîkariyên mirovî bigihîjin Xezeyê.

Schoof di daxuyaniyeke nivîskî de anî ziman ku ew dilgiranî, bêaramî û hêrsa ku ji ber "rewşa karesatbar a li Xezeyê" li Holendayê çêbûye fêhm dike.

Schoof di daxuyaniya xwe de amaje pê kir ku divê Netanyahu "rêyeke cuda bişopîne" û rê bide gihandina alîkariyên mirovî.

"Divê gelê li Xezeyê demildest bigihîje alîkariyên mirovî”

Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku Îsraîl li gorî hiqûqa navneteweyî mecbûr e ku alîkariyên mirovî bigihîne Xezeyê û got:

 "Divê gelê li Xezeyê demildest, bê asteng û bi awayekî ewle bigihîje alîkariyên mirovî.

Hikûmet, bi berdewamî dinirxîne bê ma Holenda çawa dikare bi awayê herî bibandor tevbigere û li gel hevkarên xwe yên Ewropî çawa dikare zextê zêde bike da ku vê rewşa tirsnak baş bike.”