Hewlêr (Rûdaw) – Navi Pillay Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) got, li Iraqê hemberî mirovahiyê tawan pêk hatine.
Pillay daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn ku, endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Mûsilê 670 girtî kuştine û tiştên pir xeter kirine. Pillay da xuyakirin ku, DAIŞ û çekdarên girêdayî wê her roj mafên mirovan binpê dikin û ew binpêkirin êdî gihîştiye asta tawanê hember mirovahiyê.
Pillay bal kişand ku, li Iraqê mirov bi nasnameya xwe ya etnîkî, olî û mezhebî bi awayeke rêkûpêk dibin armancê êrişan û da zanîn, deverên ku di bin kontrola DAIŞê de ne qirkirinên olî û etnîkî tê temeşandin.
Pillay hin bûyerên ku li Êzidiyan û Tirkmenan hatine kirin xek mînak nîşan da û destnîşan kir ku, ew hemû tawanên dij mirovahiyê ne.
Li aliyê dîtir, Komîteya Pêşgirtina Cûdatiya Nijadî ya NYyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ku, Konseya Mafê Mirovan a NY, bo nîqaşkirina rewşa mafên mirovan li Iraqê, rûniştineke taybet li dar bixe.
Her wiha komîteyê xwest ku, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, bo ku li Nînovayê (Mûsil) herêmeke ewlehî bêta avakirin pêşniyar bibe Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse