Ji Amerîkayê daxuyaniya YPGê: Em înkar nakin!

25-08-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê Koşka Spî ya Amerîkayê Josh Earnest derbarê operasyona Cerablûsê û rewşa Hêzên Parastinga Gel (YPG) de got, rast e rewş hinek aloz e.


Koşka Spî ya Amerîkayê derbarê operasyona girtina Cerablusê ya ji aliyê Tirkiyê ve daxuyanî da.


Berdevkê Koşka Spî ya Amerîkayê Josh Earnest derbarê mijara navborî de pirsên rojnamevanan bersivand û got: “Demeke dirêj bo me ji Tirkiyê re digot sînorê wê herêmê bigre.”


Josh Earnest wiha domand:


“Ev gavên Tirkiyê avêtin girîng bû. Îkmala DAIŞê bi vê derê re derbas dibû û pêwîst bû ev der were girtin. Hevkara me Tirkiyê li hemberî DAIŞê tevkariyek girîn pêşkêş kir. Ev operasyon jî minaka wê yekê ye.”


“YPG hevkariyê dike”


Earnest derbarê bertekên Tirkiyê yên li Rojavayê Kurdistaê li hemberî hêzên Kurdî jî wiha got:


“Ji aliyê din ve li Sûriyê hin hêzên ku Kurd jî di nav de li hemberî DAIŞê hevkariya me dikin. Pêwîst nake em înkdar bikin ku rewş ne aloz e. Em di vê mijarê de hestiyar in em ji nêz ve dişopînin.”

 

YPG: Bêjin vekişin, emê vekişin


Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl ragihand, ku ew tenê dê bi biryara Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ji rojavayê Çemê Firatê paş ve vekişin.


Berdevkê YPGê destnîşan kir, ku eger biryara vekişandinê were dan, dê komên din ên çekdar ên endamên HSDê li aliyê rojavayê çemê Firatê bimînin û tenê dê YPG paşve vekişe.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst