Neteweyên Yekbûyî ji rewşa koçberên Vanezuela nîgeran e

Navenda Nûçeyan - Ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa xirab a koçberên Vanezuelayê de nîgeraniya xwe tînin ziman û dibêjin, hejmara zêde ya koçberan bare welatên din ên Amerîkaya Latîn giran dike. Herwiha tekez dikin ku divê çareseriyek ji vê pirsgirêkê re were dîtin.

 

Netweyên Yekbûyî ji wê yekî jî nîgeran e ku li hinek welatên Amerîkaya Latîn tundûtûjî li beramber koçberên Vanezuelayî tê kirin.


Derbarê mijarê de Berdevkê UNHCRê Andrej Mahecic di civîneke çapemeniyê de got: "Xelkê Vanezuela ji ber rewşa xirab a welatê xwe neçar bûne koç bikin, lê danûstandina xirab a ligel wan cihê şermezariyê ye û pirsgirêkan çareser nake. Lewra pêwist e bi hevsozî pirsa koçberan li Amerîkaya Latîn were çareser kirin.”


Berdevkê UNHCRê Andrej Mahecic wiha got: “Em daxwaz dikin ku rêz li koçberan bê girtin û ew kesên koçber dibin ji Amerîkaya Latîn in. Em ji van bûyerên dawî û xwepêşandanên dijî koçberan û penaberan li hinek welatên Amerîkaya Latîn nîgeran in. Zêdebûna vê şermezariyê li beramber wan kesên hatine koçberkirin dibe sedem ku hewlên me yên guncandina wan bikevin metirsiyê. Bi rastî li vê derê hevsozî gelekî girîng e."