Kanada: Em rêzê li referanduma Kurdistanê digirin
Hewlêr (Rûdaw) - Kanadayê ragihand, ku ew rêzê li referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê digirin.
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand: “Ez rêzê li vê proseyê digirim, ku kurdan dest pê kiriye.”
Trudeau got: “Ev e hestyar e ku em destwerdanê di karûbarên navxweyî yên welatên din de bikin, ez rêz digirim li vê proseya ku kurdan dest pê kiriye.”
Îro 25ê Îlona 2017ê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê li tevahiya sînorê Başûrê Kurdistanê, tevî Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hat encamdan. Proseya dengdana bo referandumê ji saet 08:00ê sibehî ve dest pê kir û heta saet 19:00 li gorî dema Hewlêrê berdewam bû.