Hewlêr (Rûdaw) - Li Venezuelaya ku welatekî li bakurrojava Amerîkaya Başûr e, erdhejeke bi hêza 6,2 pileyan çêbû.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê bajarokê Mene Grande yê eyaleta Zuliayê ya Venezuelayê ye.
Kûrahiya erdhejê 7,8 kîlometre bû û li piraniya Venezuelayê û li herêmên sînorî yên Kolombiyayê hat hîskirin.
Heta niha derbarê zererên canî û madî de ti daxuyanî nehatiye dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse