Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê: Îsal 2,132 Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê di çarçoveya bernameyekê de 4 hezar euroyan dide her malbateke ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ku vegere welatê xwe.
Berdevkekî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ji Rûdawê re got ku îsal zêdetirî 2 hezar Sûriyeyî vegeriyane û zêdetirî 4 hezar kesan jî daxwaza vegerê kiriye.
Berdevkek bi navê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê di bersiva e-maileke Edîtora Dêska Navneteweyî ya Rûdawê Kehî Mehmûdê de, behsa plana welatê xwe ya ji bo vegerandina welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.
Berdevk diyar kir ku ew dê alîkariya darayî bidin her malbata ku vegere welatê xwe yan jî welatekî sêyem ê ku wan qebûl bike.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê got, ji destpêka îsal heta 15ê Îlonê, 4 hezar û 424 kesan daxwaza vegera dilxwazî ya Sûriyeyê kiriye, lê ji ber ku netewe di sîstema wan de nayê tomarkirin, nayê zanîn ka çend ji wan welatiyên Rojavayê Kurdistanê ne.
Alîkariya vegera dilxwazî ya ji Almanyayê ber bi Sûriyeyê ve, di çarçoveya bernameya federal û herêmî ya REAG/GARP 2,0 a wî welatî de ye ku ji bo vegerandina koçberan e û Sûriye ji 13ê Kanûna Paşîn a îsal ve di vê bernameyê de hatiye qebûlkirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê dibêje, hikûmeta Almanyayê bi alîkariyên darayî beşdarî bernameyê dibe û xerciyên geşta vegerê ji bo her kesê ku vedigere dide.
Ew alîkarî jî bi vî awayî ne: 1200 euro wekî alîkariyeke destpêkî ji bo her kesê ku vedigere, lê eger malbat bin, her malbat 4 hezar euroyan alîkariyê werdigire.
Her endamê malbatê eger temenê wî ji 18 salî zêdetir be 200 euro û eger ji 18 salî kêmtir be 100 euroyan werdigire.
Her wiha, hinek rewşên taybet ên ku nexweş in, pereyê dermanê wan ji bo tê xerckirin.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê re:
Rûdaw: Îsal di çarçoveya bernameya we de çend Sûriyeyî û Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê daxwaza vegera dilxwazî ya bi piştgiriya hikûmetê ji bo Sûriyeyê kiriye?
Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê: Netewe di çarçoveya bernameyê de nayê tomarkirin. Sûriye di 13ê Kanûna Paşîn a 2025an de di bernameya federal û eyaletan a REAG/GARP 2,0 de ji bo piştgirîkirina derketina dilxwazî hat qebûlkirin. Heta 15ê Îlona 2025an, li Saziya Federal a Koçber û Penaberan ku bernameyê bi cih tîne, 4 hezar û 452 kesan xwe ji bo vegerê tomar kirine. Berê jî di heman sîstemê de 2 hezar û 132 kes ji wan vegeriyabûn Sûriyeyê.
Rûdaw: Ev bername dê heta kengî berdewam be?
Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê: Ev bernameyeke bê sînor e ji bo vegera dilxwazî ya ji bo gelek welatên bingehîn, ango tenê ji bo Sûriyeyê nehatiye çêkirin. Bernameyeke vegerê ya standardkirî ye ku zêdetirî 40 sal berê hatiye damezrandin. Di vê bernameyê de hikûmeta federal û herêmî piştgiriya darayî didin koçberên kêmderfet ên ku bi dilxwazî vedigerin welatê xwe, yan jî koçî welatekî sêyem dikin ku amade ye wan qebûl bike.
Rûdaw: Ma ji kesên vegeriyayî careke din daxwaza vegerê ji bo Almanyayê hatiye kirin?
Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê: Di çarçoveya bernameyê de derbarê vê mijarê de agahî nîne. Bernameya REAG/GARP tenê carekê piştgiriyê dide derketina dilxwazî ya demdirêj.
Rûdaw: Ma hatiye tomarkirin ku kesên vegeriyayî çûne kîjan herêmên Sûriyeyê?
Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê: Herêmên ku berê xwe didinê di çarçoveya REAG/GARPê de nayên tomarkirin.