Almanya: Em dê rê li ber provokasyonên Rûsyayê bigirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz Rûsya bi binpêkirina qada asmanî tometbar kir û Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius jî ragihand ku Rûsya li fezayê gefeke bingehîn e.

Friedrich Merz hişyarî da ku ew dê ji bo rawestandina binpêkirinên qada asmanî yên Rûsyayê hemû tedbîrên pêwîst wergirin.

Boris Pistorius jî Rûsya li fezayê wekî "gefeke bingehîn" bi nav kir û ragihand ku ew dê 35 milyar euro ji bo projeyên ewlehiya fezayê veqetînin.

Friedrich Merz, li bajarê Weimarê di civîneke çapemeniyê de Rûsya bi binpêkirinên sîstematîk ên qada asmanî, firînên provokatîf, êrişên dronan û çalakiyên sîxuriyê yên li dijî endamên NATOyê tometbar kir.

Merz got, "Em dê rê nedin ku ev binpêkirin bidomin û em dê ji bo rawestandina binpêkirin û êrişên artêşa Rûsyayê hemû tedbîrên pêwîst wergirin."

Serokwezîr her wiha diyar kir ku ew di vê mijarê de bi Wezîrê Parastinê Boris Pistorius û hevpeymanên xwe yên NATOyê, bi taybetî Polonya, Fransa û Brîtanyayê re di nava hevahengiyeke berdewam de ne.

"Rûsya li fezayê cîranê me yê rasterast e"

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius jî di Kongreya 3yemîn a Fezayê de ku li Berlînê hat lidarxistin axivî û got, "Tevgera Rûsyayê, bi taybetî li fezayê, ji bo me hemûyan gefeke bingehîn e.

Êdî gefeke ku em nikarin paşguh bikin."

Pistorius bi bîr xist ku Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte fikarên xwe yên derbarê îhtimala ku Rûsya ji bo têkoşîna li dijî peykan çekên nukleerî li fezayê bi cih bike anîbû ziman û got, "Ez jî van fikaran parve dikim."

Wezîr bal kişand ser wê yekê ku Çîn û Rûsya di salên dawî de şiyanên xwe yên şer ên li fezayê bi lez zêde kirine û got, "Ew dikarin peykan têk bidin, kor bikin, manîpule bikin an jî tune bikin.

Li fezayê sînor û parzemîn nînin. Rûsya û Çîn li wir cîranên me yên rasterast in."

Pistorius wekî mînakeke şênber got, "Du peykên Intelsat ên Hêzên Çekdar ên Almanyayê, niha ji aliyê du peykên keşfê yên Rûsî yên bi navê Luch Olymp ve tên şopandin.

Ev yek nîşan dide ku em çiqasî nêzîkî rewşên gefên rastîn in."

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê her wiha ragihand ku hikûmet dê di 5 salên pêş de 35 milyar euro ji bo projeyên fezayê û ewlehiya li fezayê veqetîne.