Trump li Koşka Spî Erdogan qebûl kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan qebûl dike.
Erdogan ji sala 2019an vir ve cara yekem e diçe serdana Koşka Spî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Social derbarê serdanê daxuyaniyek dabû û gotibû ku Amerîka û Tirkiye li ser peymanên bazirganî û leşkerî dixebitin.
Erdogan ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve li Koşka Spî bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Di serdana Erdogan a Koşka Spî de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê Burhanettîn Duran û Balyozê Tirkiyeyê yê Washingtonê Sedat Onal jî amade bûn.
Di heyeta Amerîkayê de jî Cîgirê Trump JD Vance, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth û Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent cih digirin.
Piştî ku Erdogan bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin, her du serkirde derbasî Ofîsa Gilover bûn.
Piştre rojnameger jî hatin wergirtin.