Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Kurd hêjayî partiyan in ku mafên Kurdan bixin pêşiya bernameyên partiyên xwe
Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, Kurd hêjayî partiyan in ku mafên Kurdan bixin pêşiya bernameyên partiyên xwe Herwiha tekez kir, eger aliyên Kurdistanî yekrêz bin, dê bandoreke zêdetir di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û amadekirina projeyasaya nû ya petrol û gazê de hebe.
Îro sêşemê 25.10.2022 Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jennîfer Gavîto li Washington DCyê di bersiva pirseke peyamnerê Rûdawê Diyar Kurde kurdî ya derbarê dabeşbûna hêzên Kurdî li Bexdayê bi giştî û PDK û YNK bi taybetî ragihand "Gelê Kurd hêjayî partiyan in ku mafên Kurdan bixin pêşiya bernameyên partiyên xwe." Gelê Kurd layîqê partiyên siyasî ye ku pêwîstiyên xwe di rojeva xwe de bi cih bînin.”
Dîplomata payebilind got, YNK û PDK “Dema ku biçin Bexdayê û li ser yasaya nû ya neft û gazê gotûbêj bikin û beşdarî di pêkanîna hikûmeta nû de jî bikin, bê guman dê bandora wan zêdetir be. Eger helwesteke wan a yekgirtî hebe ku piştevaniya maf û bextewariya gelê Kurd bike.”
Gavito got ku nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser petrol û gazê ji bo Washingtonê dilgiraniyek mezin e, bi taybetî ji ber ku bandorê li ser kompaniyên Amerîkî dike.
Gavito got divê hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê li hev bikin "Em di wê baweriyê de ne ku divê çareserî hebe. Em hêvîdar in ku ev yek bibe karê sereke yê hikûmeta nû.”
Derbarê hewildanên serokwezîrê raspandî ê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ji bo pêkanîna kabîneya nû, Gavito got ku Washington wî dixwaze “Hikûmetek ava bike ku pêwîstiyên gelê Iraqê û serweriya xaka Iraqê di rojeva xwe ya herî pêş de cih bigire, ji ber ku ew dê bibe bingeha hikûmeteke bihêz ku Amerîka bikare wek şirîkê stratejîk pê re kar bike.”
Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jennifer Gavito wiha bersiva pirsên peyamnerê Rûdawê Diyar Kurde da
Rûdaw: Hûn çi daxwazê ji Sûdanê dikin ku di avakirina kabîneya xwe de li ber çavan bigire?
Jennifer Gavito: Weke ku me bi eşkereyî di sala borî de jî got, em hêvîdar in ku hukûmetek pêk bihê ku dê pêdivêyên gelên Iraqê û serwerîya xaka Iraqê bixe pêşîya kar nameya xwe de, ji ber ku dê bibe bingeha hukûmeteka bi hêz ku Amerîka bikaribe wek hevpişkeka stiratecîk kar bike. Em li bendê ne ku bi hukûmeta dahatî re di warên wekî guherîna avhewayê, rûbirûbûna gendeliyê, berevanîkirina mafên mirovan û baştirkirina jîngeha weberhênanê ji bo kompanyayên navneteweyî, ku dê li seranserî welat dewlemendîyê ji Bo Iraqiyan peyda bike, ji ber vê yekê ez serok wezîrê destnîşankirî teşwîq dikim ku kabîneyekê hilbijêre da ku pêdivîyên gelê Îraqê ji bîr bike.
Rûdaw: Ji bo çareserkirina kêşeyên petrol û gazê we pêwendî bi Hewlêr û Bexdayê re kiriye?
Jennifer Gavito: Em pir nîgeran in ji kêşeya berdewam a neft û gazê, bi taybetî ji ber bandora wê li ser pargîdaniyên Amerîkî, ji ber vê yekê erê, em bawer dikin ku pêdivî bi çareseriyekê heye. Em hêvîdar in ku ev yek bibe armanca hikûmeta nû.
Rûdaw: Di derbarê gefên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê de çi nîgeraniyên we hene?
Jennîfer Gavîto: Em ji ber gefên Îranê yên li ser herêma Kurdistanê û bi taybetî jî çalakîyên milîsên alîgirê Îranê û Îranê bi xwe dilgiran in, ji ber ku serwerîya Iraqê pêşîneyek e, ji ber ku gelên Iraqê daxwaz kirine ku rêz li serwerîya wan bihê girtin. Em bang li Îranê û hemû aliyan dikin ku rêzê ji vê re bigirin.
Rûdaw: Di axaftina xwe de we got bila PDK û YNK bi hev re biçin Bexdayê. Di rewşa heyî ya partiyên Kurdistanî de çi fikarên we hene û çima girîng e ku ew bibin yek?
Jennîfer Gavîto: Gelê Kurd hêjayî partiyên siyasî ye ku pêwîstiyên xwe bixin rojeva partiyên Kurd. Dema ku biçin Bexdayê û li ser yasaya nû ya neft û gazê gotûbêj bikin û beşdarî di pêkanîna hikûmeta nû de jî bikin, bê guman dê bandora wan zêdetir be. Eger helwesteke wan a yekgirtî hebe ku piştevaniya maf û bextewariya gelê Kurd bike