Baerbock: Divê YPJ di paşeroja Sûriyeyê de hebe

New York (Rûdaw) - Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di bersiva pirsa Rûdawê ya li ser Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di paşeroja Sûriyeyê de got, "Girîng e ku hemû jin, jinên Kurd jî di nav de, beşdarî gavên paşeroja Sûriyeyê bibin."

25ê Çiriya Paşîn Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan e.

Birêvebirê Ofîsa Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdullah ji Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Annalena Baerbockê pirsa rola şervanên jin ên li Rojavayê Kurdistanê ya di paşeroja Sûriyeyê de kir.

Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Annalena Baerbockê got:

"Divê hemû pêkhateyên neteweyî, hemû zayend di reformên ewlehiyê û pergala ewlehiyê ya paşeroja Sûriyeyê de beşdar bin."

Baerbockê her wiha anî ziman:

"Ne tenê li Sûriyeyê, li hemû welatan em dizanin ku eger jin beşdar bin aştî demdirêjtir û domdartir dibe.

Eger jin beşdar bin, ev misoger dike ku civakeke azad ji bo kêmîne, komên din û zarokan çêdibe."

Pirsa Rûdawê û bersiva Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Annalena Baerbockê:

Rûdaw: Birêz Serok, di Roja Navneteweyî ya Tundiya li Jinan de, ez dixwazim pirsekê li ser jinên Sûriyeyê ji we bikim, bi taybetî komeke diyarkirî ku şervanên jin in li Bakurrojhilatê Sûriyeyê û jê re YPJ tê gotin. Wekî hûn dizanin, wan roleke gelekî girîng lîst di bidawîanîna tundiya DAIŞê ya li dijî civaka Sûriyeyê û pêkhateyan de. Gef heye ku di Sûriyeya nû de jin di rêzên leşkerî de nebin. Ez dixwazim nêrîna we bizanim wekî jinekê û wekî Seroka Civata Giştî li ser girîngiya vê komê û jinan bi giştî di paşeroja Sûriyeyê de. Spas.

Annalena Baerbock: Ne tenê li Sûriyeyê, li hemû welatan em dizanin ku eger jin beşdar bin aştî demdirêjtir û domdartir dibe, ne tenê li ser maseya dan û standinan.

Ducare mixabin, dîsa ne tenê li Sûriyeyê, li gelek welatên cîhanê jî, rewş di boriyê de ne bi vî awayî bû, lewma beşdariya jinan gelekî girîng e ji bo aştiyê, ji bo ewlehiyê û her wiha ji bo civakeke vekirî û azad.

Wekî ku me çend caran li vir behs kiriye, ji bo min, ne tenê wekî jinekê, wekî serkirdeyeke jin, min her tim ronî kiriye ku denghildana min a li ser vê mijarê tenê ne pêywendîdarî jinan e, eger jin beşdar bin, ev misoger dike ku civakeke azad ji bo kêmîne, komên din û zarokan çêdibe.

Lewma ji bo Sûriyeyê, me guftûgoyên zêde li gel welatên cuda yên cîhanê kirine li ser beşdariya hemûyan a di hikûmeta paşerojê de. Di Lûtkeya Civakî ya li Dohayê de, ez bi Wezîra Jin, Malbat, Zarok û Dadmendiya Civakî ya Sûriyeyê re civiyam. Wê tekezî li ser girîngiya beşdariya jinan a di gavên paşeroja Sûriyeyê de kir. Bê guman ev jinên Kurd ên Sûriyeyê jî li xwe digire. Ev sektora asayîşê jî li xwe digire, bi awayekî ku hemû pêkhateyên neteweyî û hemû zayend beşdar bin di reformên ewlehiyê û pergala ewlehiyê ya paşeroja Sûriyeyê de.