Li mizgeftê êrişa xwekujî: Gelek kuştî û birîndar hene

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nîjerya Êriş Mizgeft Boko Heram
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Bornoyê ua Nîjeryayê li mezgeftekê êrişeke xwekujî hat kirin û di êrişê de gelek kes mirin û birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên medyaya herêmî xwekujekî dema nimêja êvarê êrişî cemaeta ku li Mizgefta Navendî kom bibû kir.

Di encama êrişê de gelek kesan canê xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Guman li ser Boko Heramê ye

Heta niha ti aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe lê rêxistina Boko Heramê li herêmê êrişên bi vî rengî pêk tîne.

Boko Heram ji destpêka salên 2000î ve li Nîjeryayê çalak e.

Di çalakiyên girseyî yên rêxistinê yên ji sala 2009an ve bi deh hezaran kesan canê xwe ji dest daye.

Rêxistinê ji sala 2015an ve li welatên cîran Kamerûn, Çad û Nîjerê jî êrişan pêk tîne.

Di êrişên rêxistinê yên li Hewzeya Gola Çadê de herî kêm 2 hezar kes mirine.

Li welêt ji ber êriş û pevçûnan bi sed hezaran kes neçar man ku koç bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst