Trump: Ji bo bidawîkirina girtina hikûmetê me li hev kir
Navenda Nûçeyan - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew gihiştine rêkeftinekê ku karê hikûmetê jinûve bê aktîvkirin.
Donald Trump li Koşka Spî di konferanseke rojnamevanî de Komarî û Demokratan lihev kirine.
Trump çalakkirina hikûmetê bi awayeke demkî bo 3 hefteyan ragihand û diyar kir ku ew bi vê lihevkirinê serbilind e, daku careke din hikûmet dest bi karê xwe bike.
Herdu encumenên nûner û pîran ên Amerîkayê li ser proje yasaya vekirina demkî ya hikûmeta Amerîka îmzekirin, jibo dabînkirina pere bo saziyên federalî, lê ew yek red dikin ku pere ji bo çêkirina dîwarê navbera Meksîka û Amerîkayê dabîn bikin ku xala sereke ya nakokiya navbera komarî û demokratan e, ku çêkirina vî dîwarî pêwîstî bi 5 milyar û 700 milyon dolaran e.
Piştî ku herdu encumenan li ser îmzekirina proje yasayê razî bûn, bo Donald Trump tê şandin û paşî karê hikûmetê jinûve dê were aktîvkirin.
Encumena pîran li Amerîka îmze li ser wê yekê kiriye ku heya 15ê Sibatê, pere ji bo saziyan were dabînkirin û 3 hefteyan jî ji bo kongres û Serokê Amerîkayê daniye daku jibo mijara sînorê bigihin rêkeftinekê. Piştî îmzeya Trump jî wê biryarê dê bibe biryareke yasayî û karê hikûmeta wî welatî dê ji nû ve were aktîvkirin.
Di dema girtina hikûmeta federalî de, nêzîkî 800 hezar karmendên dewletê mûçeyên xwe wernedigrtin.