Holenda: Divê ewlehiya girtîgehên DAIŞê were parastin
Hewlêr (Rûdaw) - Holenda ji ber 'zêdebûna aloziyan' a li bakurê rojhilatê Sûriyeyê dilgiran e û rewşa Sûriyeyê wekî "gelekî aloz û nediyar" pênase dike.
Wezareta Karên Derve ya Holendayê bi e-maileke bersiv da edîtorê beşa navneteweyî ya Tora Medyayî ya Rûdawê Niyaz Mistefa de û got: "Em guherînan ji nêzîk ve dişopînin û em pêşwaziya rêkeftina agirbestê ya 20ê Kanûna Paşîn dikin.
Di heman demê de em bangî hemû aliyên navxwe û herêmî dikin ku pêbendî wê bin."
Wezaretê tekez kir ku "tenê çareseriya dîplomatîk û pêvajoyeke siyasî ya giştgir dikare aramî û silamiya xelkê sivîl li Sûriyeyê misoger bike."
Derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên di nav şer û aloziyan de jî wezaretê diyar kir ku ji ber nediyariya rewşê ew nikarin diyar bikin ka kî berpirsyarê kîjan binpêkirinê ye.
Hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 20ê vê mehê agirbesteke çarrojî ragihandibû û paşê ew agirbest ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin.
Li gorî gotina berpirsên Sûriyeyê, ev mawe ji bo wê yekê ye ku çekdarên DAIŞê veguhêzin girtîgehên Îraqê.
Wezareta Karên Derve ya Holendayê di beşeke din a daxuyaniya xwe de li ser xirabbûna rewşa ewlehiyê ya li Sûriyeyê hişyarî da û got, "Me bi dilgiranî ew rapor dîtin ku behsa rewşa girtîgeh û kampên çekdarên DAIŞê dikin."
Wezaretê daxwaz ji hemû aliyan kir ku dûrî her gurtirbûna aloziyan û nakokiyên siyasî, ewlehiya wan girtîgehan biparêzin.
HSDyê ji hefteya borî ve ji xeynî Kampa Holê, sê girtîgehên çekdarên DAIŞê terk kirin.
Ev yek bû sedema revîna beşek ji çekdarên DAIŞê û malbatên wan ên li wan kamp û girtîgehan.
Wezareta Karên Derve ya Holendayê pêbendiya welatê xwe ya wekî endamekî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ducare kir û ragihand ku ew dê di hewlên xwe yên rûbirûbûna wê rêxistinê de bidomin.