Marco Rubio hişyarî da Sûdanî: Hikûmeta di bin kontrola Îranê de nabe hevpeymanê me
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Wezîrê Karên Derve Marco Rubio bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî.
Li gorî daxuyaniyê, Rubio tevî ku pesnê hewlên Bexdayê yên ji bo kontrolkirina çekdarên DAIŞê da, hişyarî da aliyên Îraqî yên derbarê pêkanîna hikûmeta nû de û got, hikûmeteke ku ji aliyê Îranê ve were kontrolkirin, nikare hevkariya di navbera Bexda û Washingtonê de bi pêş bixe.
Tommy Pigottê Cîgirê Sereke yê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê naveroka pêwendiya telefonî eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê, Marco Rubio "pesnê înisiyatîf û serkirdayetiya hikûmeta Îraqê kir ku piştî aloziyên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, "terorîstên DAIŞê" bi lez veguhastine saziyên ewlehiyê yên Îraqê û ew xistine bin çavan.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û Serokwezîrê Îraqê her wiha hewlên dîplomatîk ên didomin gotûbêj kirin da ku welat bi lez welatiyên xwe ji Îraqê wergirin û radestî dadgehan bikin.
Mijareke sereke ya guftûgoyan pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bû.
Rubio di vê mijarê de peyameke zelal da Sûdanî û got, "Hikûmeteke ku ji aliyê Îranê ve were kontrolkirin, nikare bi serkeftî berjewendiyên Îraqê bixe pêşiyê yan jî Îraqê ji nakokiyên herêmî dûr bixe."
Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê her wiha ragihand ku hikûmeteke bi wî rengî nikare wê hevkariya ku di berjewendiya her du aliyan de ye û di navbera Amerîka û Îraqê de heye bi pêş bixe.
Her du aliyan pêbendiya xwe ducare kir da ku Îraq karibe bi temamî rola xwe wekî hêzeke ji bo aramî, xweşguzeranî û ewlehiyê li Rojhilata Navîn bilîze.