Medyaya cîhanê: Kurd bûn qurbanê îxaneta siyaseta welatên Rojava
Hewlêr (Rûdaw) - Rojname û ajansên nûçeyan ên cîhanî yên ku şerê dawî yê di navbera Artêşa Ereban a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dişopînin, rewşê tenê wekî rûbirûbûneke leşkerî nabînin.
Ew vê yekê wekî nîşaneya perawîzxistina (marjînalîzekirin) Kurdan, guherîna hevpeymaniyan û hesta "tenêbûn" an îxanetlêkirinê pênase dikin.
Komek şirovekar û çavdêrên Rojavayî zimanekî tund derbarê rola welatên Rojavayî - yan nebûna rola wan - a di piştgiriya Kurdan a li Sûriyeyê de bi kar tînin.
"Rojavayê Kurdistanê hatiye terikandin"
Raporeke şirovekarî ya UnHerda Brîtanî ya bi sernavê "Rojavayê Kurdan terikandiye," rasterast behsa wê yekê dike ku Kurd hîs dikin ku ji aliyê welatên Rojavayê ve îxanet li wan hatiye kirin.
Şirove bi bûyereke sembolîk dest pê dike têkşikandina peykerê şervanekî Kurd li Tebqayê wekî nîşaneyekê ji bo jibîrkirina doza Kurdan.
Malpera nûçeyan dibêje, "kêmbûna xwebirêvebirina Kurdan" ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji ber destberdanbûna welatên Rojavayê ye, tevî ku Şam dixwaze bi zorê kontrola xwe bisepîne.
BBCya Brîtanî bipêşketinê heyî wekî "paşvekişîna bilez a hêzên Kurdan" bi nav kir ku Sûriye di bin serkêşiya nû de "ji nû ve tê avakirin" û her wiha wekî "guherîna herî mezin a kontrolkirinê li Sûriyeyê ya piştî rûxîna Beşar Esed" bi nav kir.
BBC amaje bi wê yekê dike ku vekişîna HSDyê ya ji bakurrojhilat guherîneke cografî ya mezin e.
NPRa Amerîkayî balê dikişîbe ser hesta Kurdan û ji devê kesekî dibêje: "Loma Kurd hest bi îxanetlêkirinê dikin û gelekî ditirsin."
Radyoya Navneteweyî ya Fransayê (RFI) behsa bêhêvîbûna Kurdan a piştî rêkeftina bi Şamê re û destberdanbûna ji navçeyan dike.
Dilgiraniya Îsraîlê
Mijareke din a di rojnameya Haaretza Îsraîlî de behsa wê yekê dike ku çawa guherînên jeopolîtîk - bi taybetî di bin siya stratejiya Amerîka û hevpeymanan de ku alîgiriya Sûriyeyeke yekgirtî dikin - hêzên Kurda xistine pêgeheke lawaztir.
Gotar amaje bi wê yekê dike ku çawa xwebirêvebirina Kurdan di siya rêkeftinên bi Şamê re paşvekişînê dike, di demekê de ku ew rêkeftin bê garantiyeke rastîn a hevpeymanên Rojavayî hatine kirin.
Haaretz balê dikişîne ser wê yekê ku çawa niha Kurd ji aliyê hêzên dijber ve hatine dorpêçkirin û hevpeymanên wan ên bawerpêkirî kêm in.
Her wiha bawer dike ku hevkariya vê dawiyê ya Sûriye û Tirkiyeyê ku pir caran bi awayekî bêdeng ji aliyê siyaseta 'bû û qediya' ya Rojavayê ve piştgirî lê tê kirin - berjewendiyên ewlehiyê yên Kurdan lawaz dike.
The Jerusalem Posta Îsraîlî di gotarekê de, bi tundî tekezî li ser bitenêhiştina Kurdan dike û dibêje:
"Ew digirîn ji ber ku bi mebest hatine hiştin. Ew bûne qurbaniyê siyaseteke Rojavayî ku îxanet li prensîbên xwe yên exlaqî kiriye."
Gotar Kurdan wekî aliyekî pênase dike ku ji aliyê Rojavayê ve li hemberî êrişa hikûmeta Sûriyeyê "hatine terikandin."
Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê tekezî li ser encamên herêmî yên lawazbûn an terikandina Kurdan kirine.
Di nêrînan de, wekî yên Ynet Newsê, şirovekar dibêjin xwebirêvebirina Kurdî ji ber dizaynkirinên nû yên jeopolîtîk ên mezin "kêm bûye", bi taybetî nêzîkbûna navbera Enqere û Şamê ku hêzên Kurdan perawîz dixe û bandora Amerîkayê sînordar dike.
Ev pênasekirin tekezî li ser nîgeraniyeke stratejîk a Îsraîlê dike ku lawazbûna pêgeha Kurdan, aramiya li eniyên bakur û bakurê rojhilatê Îsraîlê têk dide.