Moskow (Rûdaw) – Enstituya Aborî û Pêwendiyên Navneteweyî dê li paytexta Rûsyayê Moskowê derbarê pirsgirêka kurdan de konferansekê lidar bixe.
Serokê Komeleya Hevkarî û Piştgiriya Gelê Kurd Yurîv Nebiyev ji Rûdawê re diyar kir ku ew derbarê konferansa Enstituya Aborî û Pêwendiyên Navneteweyî de hatiye agahdar kirin û got destpêka meha Adarê konferansek bi giştî li ser mijara rewşa Rojhilata Navîn û bi taybetî jî derbarê rewşa Kurdan de bê lidarxistin.
Aktivîstê kurdê êzîdî Nebiyev anî ziman ew hewldana Rusyayê dide xuyandin ku ew ji nêzîk ve tekîldare pirsgirêka kurdan e.
DAIŞê dema ku Tebaxa par êrişê Şengalê kir kurd bibûn mijara sereke ya çapemeniya Rusyayê.
Nebiyev der heqê nîqaşên li ser avakirina rêvebiriya kantonê li Şingalê jî wiha got: “Ez li dijî li Şingalê avakirina kanton an jî xweseriye me. Çimkî xelkê me bi salane ji bo dewletek neteweyî berxwedanê dike.”
Yurîv Nebiyev got di serî de kurdên êzîdî û kurdên ji derveyê welêt xebatên diplomatîk û siyasî rêve dibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse