Şer gihişt kolanên Kievê

26-02-2022

23:33

Alîkariyên welatan ji bo Ukraynayê zêde dibin

Wêne: AFP

Hikûmeta Almanyayê biryar da çekên giran bigihîne destê artêşa Ukraynayê. Li gor wê biryarê dê 1000 antî-tank û 500 mûşekên Stinger bi artêşa Ukraynayê bên dayîn. Jibilî Almanyayê hejmareke zêde ya welatan biryar dane alîkariyên serbazî pêşkêşî Ukraynayê bikin.

Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Hebestreit aşkere kir ku hikûmetê biryar da, ji stokên artêşê 1000 antî-tank û 500 mûşekên Stinger bişîne Ukraynayê û got, “Di nêzîktirîn dem de ew çek dê radestî Ukraynayê bên kirin.”

Di daxuyaniyê de gotinên Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî cih girtin û Scholz dibêje, “Ev (êriş-şer) li ser sîstema me ya piştî şer gef e. Di vê rewşê de erka me ye em alîkariya Ukraynayê bikin ku li hember artêşa dagirker a Vladimir Putin (Serokê Rûsyayê) xwe biparêze. Almanya li gel Ukraynayê ye.”

Alîkariyên welatan bo Ukraynayê:

  • Jibilî Almanyayê, Holanda jî dê 200 mûşekên Stringer ên antî-tank bişîne Ukraynayê ku niha li hember êrişa Rûsyayê li ber xwe dide.
  • Berpirsekî pilebilind ê bi navê Geoffrey van Leeuwen li hejmara xwe ya Twitterê ragihand, ew dê kelûpelên serbazî yên zêdetir bişînin Ukraynayê.
  • Fransayê ragihand, plansaziyên wan ên li ser şandina çek û kelûpelên serbazî bo Ukraynayê berdewam in û di daxuyaniyê de amaje bi wê hat kirin, “wek tê zanîn veguhestina kelûpelên serbazî bo Ukraynayê niha proseyeke zehmet e.”
  • Hikûmeta Çekyayê jî biryara şandina bi qasî 6.8 milyon dolar alîkariyên serbazî bo Ukraynayê pesend kir. Li gor daxuyaniyê di nav wan alîkariyan de çekên otomatîk jî hene û hat tekezkirin ku “alîkarî dê berdewam bikin.”
  • Medyaya Slovakyayê jî ragihand, hikûmetê biryar daye bi qasî 2.6 milyon Euro kelûpelên serbazî û 8.4 milyon Euro alîkariya darayî pêşkêşî Ukraynayê bike.
  • Wezîrê Hêzên Çekdar ên Brîtanyayê James Heappey eşkere kir; Brîtanya û 25 welatên din ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û serbazî yên zêdetir ji bo Ukraynayê li hev kirine. Berpirsê Brîtanî ji BBC Radio 4 re diyar kir, li ser vê mijarê hevahengiya wan bi gelek welatan re berdewam e.

Êrişa Rûsyayê li ser Ukraynayê di roja sêyemîn de berdewam e û şer gihiştiye kolanên Kieva paytext. Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand ku ferman bi hêzên wan hatiye dayîn ji hemû bereyan êrişên xwe berdewam bikin û pêş ve biçin ku wek sedem jî “redkirina danûstendinan ji aliyê Ukraynayê ve” nîşan da.

Lê hikûmeta Ukraynayê vê yekê red dike û tekez dike, her çiqas ji bo danûstandinan amade ne jî, lê ew mercên Moskowê qebûl nakin ku bi ser wan de tên sepandin.

Zêdetir bixwîne

22:59

Sînorê Poland-Ukrayna ji bilî malbatên xwedî zarok re hat girtin

Sînorê Poland-Ukrayna

Piştî operasyona leşkerî ya Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê, sînorê Polandê ku pêleke zêde ya koçberiyê lê hebû, ji bilî malbatên xwedî zarok ji sivîlan re hat girtin.

Li gor agahiyên berdest tenê malbatên xwedî zarok dikarin ji Ukraynayê derbasî Polandê bibin.

Ji bo ku sînor bi temamî ji sivîlan re bê vekirin, bi rayedarên Polonyayê re danûstandin tên kirin.

Polonya garantî kiribû ku her kes, di nav de yên bê pasaport, dê di sînorê Ukraynayê re derbas bibin.

Herwiha ji bo hemwelatiyên ne Ukraynî jî destûr heye ku heya vegerîn welatên xwe 15 rojan dikarin li Polandê bimînin.

Zêdetir bixwîne

22:05

Rûsyayê careke din fermana êriş û pêşveçûnê da hêzên xwe

Fermana êriş û pêşveçûnê bi hêzên Rûsî hat dayîn

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê dibêje, “Ukraynayê dest ji danûstandinan berdaye” lewma wan ferman da hêzên xwe ji hemû bereyan ve careke din dest bi êrişa bo ser Ukraynayê bikin.

Li gor ajansa Interfax a Rûsî, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Igor Konaşenkov piştrast kir ku wan careke din ferman daye ku hêzên wan ji hemû bereyan ve êrişî Ukraynyayê bikin.

Fermana êriş û pêşveçûnê

Li ser sedema vê fermanê jî Igor Konaşenkov îddîa kir “Ukraynayê danûstandinên li gel Rûsyayê” red kir, lewma wan ferma êriş û pêşveçûnê da hêzên xwe.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê li ser rewşa şer jî got, hêzên wan îro herêmên Sçastye, Muratovo, Starognatovka, Oktyabrskaya û Pavlopol “kontrol” kirine û bang li gelê Ukraynayê jî kir, “daxwaz ji berpirsên tawanbar ên li Kievê bikin ku çekên giran ên li herêmên niştecihbûn rabikin. Ez tekez dikim ku hêzên çekdar ên Rûsyayê êrişî deverên niştecihbûnê nakin.”

Ukrayna red dike

Li aliyê din hikûmeta Ukraynayê jî red dike ku wan dest ji danûstandinan berdabe û amadebûna xwe ji bo destpêkirina danûstandinan ragihand.

Lê hikûmeta Ukraynayê her çiqas ji bo danûstandinan amade ne jî, lê ew mercên Moskowê qebûl nakin ku bi ser wan de tên sepandin.

Êrişa Rûsyayê

Êrişa Rûsyayê li ser Ukraynayê di roja sêyem de berdewam e û li gor zanyariyên ku hikûmeta Ukraynayê belav kirine, şer gihiştiye kolanên Kieva paytext û bang li xelkê tê kirin dakevin stargehan.

Zêdetir bixwîne

21:19

Êrişa li ser Kivê zêde dibe

Şerê Rûsya û Ukrayna bi dijwarî berdewam e

Artêşa Rûsyayê derbasî bajarê Kievê bû. Berpirsên bajar dibêjin Kiev di rewşa berevaniyê de ye. Hêzên Ukraynayê bi tank û zirîpoşan di nava cadeyên bajêr de belav bûne.

Artêşa Ukraynayê dibêje, şerekî giran li Bakurê Kievê diqewime û da zanîn ku di du rojên destpêkê yên şer de nêzîkî hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin. Serokê Ukraynayê herwiha dibêje heta roja înê 137 leşkerên Ukraynî hatine kuştin û 316 ên din jî birîndar bûne.

Derbarê rewşê de rojnamevan Maryan Kushnir dibêje: “Wek dibînin, hêzên Ukraynayê cihê avêtina mûşekên Grad ên Rûsyayê jinav birine. Rûs hatibûn daku ji vê derê biavêjin, lê sernekeftin.”

Pentagon dibêje, Rûsyayê di êrîşên xwe de serdestî ji dest daye.

Berdevkê Pentagonê John Kirby got: “Ukrayna şer dike, ew berevaniyê li xwe dikin.”

Firokeyeke Suxo ya Rûsî ji aliyê firokeyeke Ukraynî ve hate têkşikandin, hinek serbazên Rûsyayê Rûsî ji şewitîn ku hêzên Ukraynî bi çekên dije-tank karwanê wan kiriye armanc.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê behsa êrîşên şevê dike.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Igor Konashenkov got: “Di dema şevê de, hêzên serbazî yên Rûsyayê bi çekên dûravêj corê mûşekên Cruise yên esmanî û deryayî êrîşeke hûr birin ser jêrxana serbazî ya Ukraynayê.”

Li gor Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, heta niha 821 pêgehên serbazî yên Ukraynayê hatine jinavbirin, di nav de 14 bingehên serbazî, 19 navendên hevahengiyê, 24 sîstemên dije-mûşek û 48 radar.

Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê jî dibêje, heta niha 3 hezar û 500 serbazên Rûsyayê kuştine û 200 jî dîl girtine.

Zêdetir bixwîne

20:57

Kadirov: Şervanên Çeçen gihiştin Ukraynayê

Rêberê Çeçenistanê Ramazan Kadirov

Rêberê Çeçenistanê Ramazan Kadirov piştrast kir ku şervanên Çeçen bo Ukraynayê hatine şandin.

`Biryara Putin rast e`

Rêberê Çeçenistanê Ramazan Kadirov ku komareke xweser a ser bi Federasyona Rûsyayê ve ye, eşkere kir, di çarçova şerê li dijî Ukraynayê de şervanên wan gihiştine wî welatî û li gel hêzên Rûsî beşdarî şer bûne.

Li gor nûçeya BBCyê, Ramazan Kadirov di peyameke vîdyoyî de behsa şerê li hember Ukraynayê jî kir û got, hêzên Çeçen dest danîn ser binkeyeke serbazî ya Ukraynayê û ti windahiyên wan çênebûne.

Rêberê Çeçenistanê di wê peyama xwe de piştgiriya xwe ji bo biryara şer a Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand û got, biryara Putin a “êrişkirina ser Ukraynayê rast e û di her şert û mercekê de em dê fermanên wî bicih binîn.”

12 hezar milîs

Televîyona Russia Today (RT), vîdyoyeke milîsên Çeçen ên li Groznya paytexta Çeçenistanê belav kiribû ku tê de dihat dîtin bi hezaran milîs amade ne derbasî Ukraynayê bibin.

Li gor RTê, 12 hezar milîsên Çeçen amade ne ku biçin Ukraynayê û li gel serbazên Rûsî beşdarî şer bibin.

Rojnameya Daily Mail a Brîtanî berî niha ragihandibû, tîmên taybet ên Çeçen ji bo “kuştin û revandina berpirsên pilebilind ên Ukraynî” derbasî nav xaka wî welatî bûne.

Çeçenistan

Piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetê, Rûsyayê du caran êriş biribû ser hêzên li Çeçenistanê ku dikeve başûrê Rûsyayê û piraniya xelkê wê Misilman e.

Lê Moskowê piştî wan êriş û şeran, ji bo geşepêdana Çeçenistanê ku rêveberiyeke xweser e, budceyeke mezin veqetandibû û Ramazan Kadirov jî wek Serokê Çeçenistanê destnîşan kiribû.

Ramazan Kadirov ku wek kesekî nêzikî Putin tê naskirin, berê ji bo piştevaniya Kremlînê hêz şandibûn Sûriye û Gurcistanê jî.

Gefa li Tirkiyê û peykerê Ocalan

Herwiha Serokê Çeçenistanê berî niha gef li Tirkiyê xwaribû û gotibû, ew dê peykerê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Groznya paytext danin.

Serokê Çeçenistanê Remezan Kadirov li beramber vekirina Parka Dudayev li parêzgeha Kocaelî ya Tirkiyê nerazîbûn nîşan dabû û eşkere kiribû, “Li beramber vekirina parkekê bi navê Cewher Dudayev, em jî dê li Çeçenistanê peykerê Ocalan çêbikin û danin.”

Zêdetir bixwîne

19:48

Gelo Tirkiye tengavan li ber Rûsyayê digire?

Wêne: Ajans

Nîqaşa li ser tengavan berdewam e; Serokê Ukraynayê dibêje, “girîng e Tirkiye tengavan li ber keştiyên Rûsyayê bigire”, Tirkiye diyar dike ku biryareke wiha nehatiye dayîn û Rûsya jî tekez dike, “em li ser girtina tengevan nehatine agahdarkirin.”

Nîqaşa li ser tengavan

Li gel destpêkirina krîza Ukrayna û Rûsyayê û herî dawî jî destpêkirina êrişeke berfireh bo ser Ukraynayê, daxwaz hat kirin ku Tirkiye tengavên Çanakkale û Stenbolê li ber keştiyên Rûsyayê bigire.

Balyozê Ukraynayê yê Enqere daxwaz kiribû ku Tirkiye di çarçoveya Peymana Tengavan a Montroyê de tengavên Çankkale û Stenbolê li ber keştiyên Rûsyayê bigire.

Berpirsên Tirkiyê jî naverok û xalên wê peymanê bibîr xistin û ragihandin ku ew nikarin rê li ber keştiyên Rûsyayê bigirin.

Lê ev mijar di demekê de ku êrişa Rûsyayê li ser Ukraynayê berdewam e û berfireh dibe, heta niha jî yekalî nebûye.

Zelensky spasiya Erdogan kir

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro piştî peywendiya telefonî ya li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, li gel pêşkêşkirina spasiyên xwe bo Erdogan, tekezî li ser girîngiya girtina kendavan li ber keştiyên Rûsî û alîkariya serbazî kir.

Guardian û Reuters jî di nav de gelek sjans û rojnameyên cîhanî ew peyama Zelensky wek “Tirkiye derbasbûna keştiyên şer ên Rûsyayê di Deryaya Reş re qedexe kir û tengav li ber keştiyên Rûsyayê girtin” belav kir.

Lê li gor ajansa Interfax a Rûsî, dewleta Rûsyayê bi awayekî fermî li ser girtina tengavan nehatiye agahdarkirin.

Balyozxaneya Rûsyayê ya li Enqerê jî li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û red kir ku Tirkiyê tengav li ber keştiyên Rûsyayê girtibin.

Helwesta Tirkiyê

Herwiha berpirsekî Tirkiyê jî ji ajansa Reutersê tekez kir, “Tirkiyê biryar nedaye ku tengav li ber keştiyên Rûsî bên girtin.”

Peymana Tengavan a Montroyê ku 20ê Tîrmeha 1936 hatiye îmzekirin, desthilatê dide Enqerê biryar bide kîjan keştiyên şer di tengavên wê re derbas bibin,

Herwiha di egera rûdana şerekî de, an jî dema ji bo ewlakariya welatê xwe metirsiyê bibîne, Tirkiye dikare tengavên xwe li hatin û çûna keştiyên biyanî bigire.

Zêdetir bixwîne

18:34

Amerîka dê bi qasî 350 milyon dolar alîkariya leşkerî bide Ukraynayê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku welatî wî dê bi buhayê 350 milyon dolarî alîkariya leşkerî bide Hêzên Çekdar yên Ukraynayê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, "Ukrayna welatek serwer, demokratîk û aşitîxwaz e. Piştî ku Ukraynayê serxwebûna ji Yekîtiya Sovyêtan sitend, ev 30 sal e Amerîka ligel di hevkarekî nêzîk de ye.”

Blinken destnîşan kir ku ji sala 2014an ve piştî destdanîna ser Kirimê, Amerîkayê alîkariya berevaniya leşkerî dide Ukraynayê û got, "Îro Ukrayna bi wêrekane li hember êrîşên zordest û bê wate yên Rûsyayê şer dike. Min jî bi destihilata ku ji Serok Biden wergirtiye, daxwaz ji Wezareta Berevaniya kiri ku alîkariya berevaniya  ya bilez a bi buhayê 350 milyon dolarî bide Ukraynayê."

Zêdetir bixwîne

18:23

Fransayê dest bi ser keştiyeke Rûsyayê de girt

Wêne: Arşîv

Hêzên Fransayê li Deryaya Manş dest bi ser keştiyeke kargoyê ya Rûsyayê de girtin.

Hêzên Fransayê îro li Deryaya Manş dest danîn ser keştiyeke Rûsî. Li gor zanyariyan wê keştiya kargoyê sizayên ku ji ber şerê Ukraynayê bi ser Rûsyayê de hatine sepandin, binpê kirine.

Ew keştiya kompaniyeke Rûsî di saetên sibehê de ji aliyê polîsê deryayî yê Fransî ve hat rawestandin û dest bi ser de hat girtin.

Berpirsekê ji ajansa Reutersê re piştrast kir ku bi tometa “binpêkirina sizayên li ser Rûsyayê” dest bi ser wê keştiyê de hatiye girtin.

Keştiya Rûsî ji bo bendera Boulogne-sur-Mer hat veguhestin.

Li aliyê din li gor ajansa RIA Novosti, berpirsên Rûsî li ser destbiserdegirtina keştiyê daxwaza zelalkirinekê ji berpirsên Fransî kirine.

Ev di demekê de ye ku êrişa Rûsyayê ya bo ser Ukraynayê di roja sêyem de berdewam dike û Amerîka û Ewropayê hejmareke ceza ji ber wê êrişê bi ser Rûsyayê de sepandine.

Zêdetir bixwîne

18:06

Balyozxaneya Ukraynayê: Karwaneke Rûsyayê bi firokeyên Tirkiyê hat jinavbirin

Karwaneke hêzên Rûsî ji aliyê balafirên bêmirov ên TB2 yên Tirkiyeyê ve hatin têkşikandin

Balyozxaneya Ukraynayê ya li Enqerê ragihand ku karwana leşkerî ya Rûsyayê ku ketibû bajarê Kherson bi firokeya Tirkiyê ya bêyî pîlot a ji cureya Bayraktar TB2 hat jinavbirin.

Piştî daxuyaniya Balyozê Ukraynayê yê li Tokyoyê Sergiy Korsunsky ku gotibû, "Me amûrên baş ên Tirkiyê hene, bi taybetî firokeyên bêyî pîlot. Ew gelek bibandor in, jixwe em wan bi kar tînin" hat îdiakirin ku di karwana leşkerî ya Rûsyayê bi  bi firkeya Tirkiyê ya bêyî pîlot a ji cureya Bayraktar TB2 hat jinavbirin

Balyozxaneya Ukraynayê ya li Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê dîmen belav kir û diyar kir ku ew karwana ku lê hate xistin a artêşa Rûsyayê ne.

Di peyama xwe de Balyozxaneya Ukraynayê ya li Tirkiyê dibêje: “Hêzên Asmanî yên Ukraynayê, karwana Rûsyayê ya ketibû bajarê Khersonê bi Bayraktar TB2 bêbandor kir."

Di dîmenên ku ji hesabên din ên li ser medyaya civakî hatin parvekirin de jî hat îdiakirin ku karwana leşkerî ya Rûsyayê bi temamî hate jinavbirin bi bi firkeya Tirkiyê ya bêyî pîlot a ji cureya Bayraktar TB2 pêk hatiye.

Rûsyayê ragihand ku duh danê sibê herêma Kherson a li rojhilatê Ukraynayê bi dest xistiye.

 

Zêdetir bixwîne

18:02

Zelensky: Qedexekirina Deryaya Reş li ber keştiyên Rûsî gelek girîng e

Wêne: AA

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro peywendiyeke telefonî pêk anîn. Zelensky di wê peywendiyê de ragihand, “qedexekirina Deryaya Reş li ber keştiyên Rûsî di warê nîşandana piştevaniya serbazî û mirovî gelek girîng e.”

Hewlên bo agirbestê

Li gor Ragihandina Serokomariya Tirkiyê di peywendiya telefonî ya Recep Tayyîp Erdogan û Volodymyr Zelensky de, êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê û dawî pêşhat hatin gotûbêjkirin.

Serokomarê Tirkiyê ji bo welatiyên Ukraynî ku di êrişên Rûsyayê de jiyana xwe ji dest dane, serxweşî li Zelensky kir û hêviya başbûna bilez bo birîndaran xwest.

Erdogan tekez jî kir, ji bo rêlibergirtina qurbanî û wêrankariyên zêdetir, ew hewl didin bo ku demildest agirbest bê ragihandin.

`Gelê Ukraynayê vê piştgiriyê qet jibîr nake`

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky jî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û jibilî pêşkêşkirina spasiyên xwe ji bo Erdogan û gelê Tirkiyê, tekez kir, “qedexekirina Deryaya Reş li ber keştiyên Rûsî di warê nîşandana piştevaniya serbazî û mirovî gelek girîng e.”

Her di wê peyama xwe de Volodymyr Zelensky got, “Gelê Ukraynayê vê piştgiriyê qet jibîr nake.”

Zêdetir bixwîne

17:36

Medvedev: Pêwîstiya me bi danûstandinên dîplomatîk ên bi Rojava re nîne

Serokê berê yê Rûsyayê Dmitriy Medvedev

Serokê berê yê Rûsyayê Dmitriy Medvedev got ku Moskowê  pêwîstî bi têkiliyên dîplomatîk ên bi welatên Rojavayî re nîne.

Dmitriy Medvedev di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê li ser malpera medyaya civakî de got ku ew dikarin balyozxaneyan kilît bikin.

Medvedev herwiha got, heta ku armancên Vladîmîr Putîn pêk neyên, dê operasyona Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê bidome.

Zêdetir bixwîne

17:12

Kremlîn: Operasyona leşkerî dîsa dest pê kir

Kremlîn: Operasyona leşkerî dîsa dest pê kir

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku "Plana operasyona leşkerî ya Rûsyayê dîsa dest pê kir. Îro piştî nîvro hêzên sereke dîsa dest bi liv û tevgerên xwe kirin."

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li Moskowê der barê êrîşên Rûsyayê yên li dijê Ukraynayê de daxuyanî da rojnamevanan.

Dmitriy Peskov diyar kir Serokê Rûsyayê Vladimîr Putînê ji bo gotûbûjên bi Ukraynayê re biryara sekinandina operasyonê dabû artêşa Rûsyayê û îdia kir ku rêvebiriya Kievê dest ji danûstandinan berdaye.

Peskov diyar kir plana operasyona leşkerî ya Rûsyayê dîsa dest pê kiriye û got ku îro piştî nîvro hêzên sereke dîsa dest bi liv û tevgera xwe kirine.

Zêdetir bixwîne

16:42

Çavuşoglu bo Lavrov: Operasyonan rawestînin

Çavuşoglu û Lavrov peywendiyeke telefonî pêk anîn

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro 26ê Sibata 2022ê  derbarê pêşhatên dawî ên şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de ligel hevtayê xwe, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov peywendiyeke telefonî pêk anî.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Derve ya Tirkiyê hatiye belav kirin, Çavuoglu di wê  peywendiya telefonî de ji Sergey Lavrov re got sûda şer bo  ti aliyekê nîne û banga rawestandina operasyona li ser Ukraynayê li hevtayê  xwe kiriye.

Li gor heman daxuyaniyê Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekez kiriye ku welatê wî amade ye ji bo gotûbêjên di navbera herdu aliyan de navbeynkarî û mêhvandariyê bike.

Ev peywendiya di navbera Wezîrên Derve yên Rûsya û Tirkiyê di demekê de ye, êrîşa Rûsyayê ya bo ser Ukraynayê berdewam e û şer û rûbrûbûn nêzîkî navenda Kîeva paytexta wî welatî bûne.

Hevdem Artêşa Ukraynayê li ser rûpela xwe ya Facebookê hin amarên derbarê şerê Rûsyayê ligel welatê xwe belav kirine û tê de ragihand ku 3 hezar û 500 leşkerên Rûsî hatine kuştin û nêzîkî 200 leşker jî dîl hatine girtin. Herwiha Rûsyayê jî ragihand ku wan 821 baregehên serbazî yên Ukraynayê kirine armanc.

Zêdetir bixwîne

14:53

Li diji êrişa Rûsyayê nerazîbûna xelkê Amerîkayê

Wêne: Reuters

Hewlêr (Rûdaw) - Xelkê bajarê Brookfield ê Wilayeta Wisconsin a Amerîkayê nûçeyên êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê li ser internetê dişopînin  û nîgeraniya xwe derbarê rewşa mirovî ya wî welatî û koçberbûna xelkê ve tînin ziman.

Gary Post polîsekî xanenişîn ser bi Partiya Komarî ye û di hilbijartinên serokatiyê de dengê xwe dabû Trump. Post dijî êrîşa ser Ukraynayê ye.

Polîsê Xanenişîn Gary Post got "Ew derbasî welatekî din bûne, xelkê dikujin û birîndar dikin û wî welatî têk didin. Ev yek cihê nîgeraniyê ye li ba min."

Anne Leggio ser bi Partiya Demoqrat e û di hilbijartinan de dengê xwe dabû Biden, ew êrîşa ser Ukraynayê şermezar dike.

Welatiya Amerîkayê Anne Leggio dibêje "Ji serê min dernakeve. Dema ez nûçeyan li ser rewşa Ukraynayê dibihîz im, êş dikeve dilê min û ez xemgîn dibim."

Charles xwediyê xwaringehekê ye û nûçeyên Ukraynayê jî dişopîne, lê bo wî karê wî girîngtir e.

Xwediyê xwaringehekê Charles Yee diyar kir "Tiştî giring niha bo min wek xwediyê kar, enflasyon e."

Berbanga Pêncşema borî, Rûsyayê bi mûşekan dest bi êrîşa ser Ukraynayê kir, binkeyên leşkerî yên artêşa wî welatî û piraniya bajarên wê kirin armanc, di encam de bi dehan kesên sivîl bûn qurbanî û nêzîka 100 hezar kes li gor amarên Neteweyên Yekbûyî malên xwe bicîh hiştine, ji wan derdora 50 hezar kesan berê xwe dane welatên cîranê Ukraynayê.

Zêdetir bixwîne

14:16

Zelensky bang li xelkê Rûsyayê kir

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bang li gelê Ukraynayê kir ku çekan hilgirin. Herwiha Zelensky bang li xelkê Rûsyayê jî kir ku li dihî şer derkevin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky derket ber kamerayan daxuyaniyek da. Zelensky di daxuyaniyê de bang li gelê Rûsyayê kir û ji wan xwest ku li dijî şer derkevin.

Volodymyr Zelnsky di daxuyaniya xwe de wiha got “Em dikarin çekan bidin her kesê ku li Ukraynayê dijî. Bi hezaran leşkerên Rûs ên ku me wan dîl girtin fêm nakin çima ew şandine Ukraynayê. Welatiyên Rûsyayê li dijî şer derdikevin. Em bersivê didin êrişên esmanî. Divê em dagirkirinê ji holê rakin. Her kesê ku dikare welat biparêze bila werin vê derê. Em dixwazin kesên ku dikarin ji derve werin vir vexwînin. Di nav me de navên ku dê li Ukraynayê nişana qehremaniyê bistînin jî hene.”

Li aliyê din Zelensky da zanîn ku xalên giring ên Kîevê di bin kontrola wan de ye.

Zêdetir bixwîne

13:07

Wezîreta Tenduristiyê ya Ûkraynayê: 198 kes hatine kuştin

Wezîreta Tenduristiyê ya Ûkraynayê: 198 kes hatine kuştin
 Şaredarê Kîevê Vîtalî Klîçko diyar kir ku di pevçûnên duh bi şev de 2 jê zarok 35 kes birîndar bûne. Herwiha Wezîreta Tenduristiyê ya Ûkraynayê jî da zanîn ku 198 Ukraynî ji aliyê Rûsyayê ve hatine kuştin.

Şaredarê Kîevê diyar nekir ku ew kesên ku birîndar bûne sivîl in yan leşker in û amaje bo yekê jî kir ku niha ti hêzên Rûsî li Kîevê nemane, lê çekdarên bi ser Rûsyayê hê jî li Kîevê mane.

Li aliyê din Wezîreta Tenduristiyê ya Ûkraynayê ragihand ku Rûsyayê 3 jê zarok 198 Ukraynî kuştine.

Zêdetir bixwîne

11:48

Çavuşoglu: Me dest bi veguhestina welatiyên xwe kiriye

Wezîrê Derve yê Tirkiye ragihand ku wan dest bi veguhestina welatiyên xwe yên li Ukraynayê kirine û niha nêzîka 16 hezar welatiyên Tirkiyê li wî welatî mane.

Wezîrê Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu, roja Şemiyê derbarê welatiyên Tirkiyê yên ku li Ukraynayê mane asê de daxwiyaniyek da û got, wan dest bi vegerandina welatiyan kirine. Herwiha da zanîn ku nêzîka 16 hezar welatiyên Tirkiyê li Ukraynayê mane.

Çavuşoglu got “Em dê ji sibe û pê de bi rêyên bejayî zêdetir giraniyê bidin derxistina welatiyên xwe ji Ukraynayê. Ji bo derketina ji wî welatî heta niha 2 hezar û 500 welatiyên Tirkiyê serlêdan kirine. Berê 20 hezar welatiyên me li wir bûn lê niha 15-16 hezar welatiyên me li wir mane.”

 

Zêdetir bixwîne

10:21

Artêşa Ukraynayê: 3500 leşkerên Rûs hatin kuştin

Artêşa Ukraynayê: 3500 leşkerên Rûs hatin kuştin

Artêşa Ukraynayê li ser rûpela xwe ya Facebookê hin amarên derbarê şerê Rûsyayê ligel welatê xwe belav kiriye û tê de ragihand ku 3 hezar û 500 leşkerên Rûsî hatine kuştin û nêzîkî 200 leşker jî dîl hatine girtin.

Li gorî Artêşa Ukraynayê herwiha14 firokeyên şer, 8 helîkopter û 10 tankên Rûsî hatine têkşikandin.

Li aliyê din heta niha Rûsyayê ti amarên şer belav nekirine û ev amarên ku ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatine belavkirin piştrast nekiriye.

Zêdetir bixwîne

09:39

Rûsyayê proje-biryara Neteweyên Yekbûyî veto kir

Rûsyayê proje-biryara Neteweyên Yekbûyî veto kir

Amerîkayê ligel Albanya projebiryarek pêşkêşî Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî kir û têde ji Moskowê xwest êrîşên xwe yên ser Ukraynayê rawestîne û leşkerên xwe ji wî welatî vekişîne. 15 welatên endamên Encûmena Asayîşê ku 5 jê daîmî û 10 jî demkî ne, 11 welatan deng dan wê projebiryarê û Çîn, Hindistan û Îmarata Erebî jî red kirin deng bidin.

Nûnera Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield got "Ev biryar êrîşa Rûsyayê şermezar dike. Tekezê li serwerî, serbixweyî û yekîtiya Ukraynayê dike û daxwazê ji Rûsyayê dike di zûtirîn dem û bê merc hêzên xwe ji Ukraynayê vekişîne".

Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia VETO bikar anî û ew proje-biryar şermezar kir.

Nûnerê Rûsya li Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia dibêje "Hûn behsa demokrasiyê li Ukraynayê dikin, desthilata wê li ser kuştina kesên ji opozisyonê berdewam bû, kanalên opozisyonê digirtin. Çima hûn behsa çekên bê serûber nakin li Ukraynayê dema xelkê Donbasê pê dihatin kuştin."

Di 2014an de jî Encûmena Asayîşa Navdewletî dagîrkirina Nîvgirava Crimea ji aliyê  Rûsyayê ve bi projebiryarekê   şermezar kiribû û wê demê jî Rûsya dijî wê projebiryarê VETO bikar anîbû. Sibeha Pêncşema borî Rûsyayê dest bi êrîşa ser Ukraynayê kir û piraniya navçeyên wî welatî bordûman û topbaran kirin, di encam de li gor Neteweyên Yekbûyî nêzîka 100 hezar kes ji xelkê Ukraynayê derbider û koçber bûne.

 

Zêdetir bixwîne

09:06

Şer gihişt kolanên Kievê

Şer gihîşt kolanên Kyivê
Şer gihîşt kolanên Kyivê

Hewlêr (Rûdaw) - Tankên artêşa Rûsyayê nêzîkî navenda bajarê Kievê bûne. Berpirsên bajar dibêjin Kiev di rewşeke berevaniyê de ye. Hêzên Ukraynayê bi tank û zirxpoşan di nav cadeyên bajêr de belav bûne. Herwiha 80 hezar tifeng bi ser xelkê asayî de hatine dabeşkirin daku berevaniyê bikin.  Artêşa Rûsyayê jî dibêje wan Kiev bi temamî dorpêç kiriye. Serokê Ukraynayê jî li Kievê peyamek da gelê xwe.

Serokê Ukraynayê Volodmyr Zelensky "Serok li vir e, leşkerên me li vir in û welatî li vir in. Em hemû li vir in û berevaniyê li serbixweyiya welatê xwe dikin."

Artêşa Ukraynayê dibêje şerekê giran li Bakurê Kievê diqewime û da zanîn ku  di du rojên destpêkê yên şer de  nêzîka hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin. Serokê Ukraynayê herwiha dibêje  heta roja înê 137 leşkerên Ukraynî û 316 ên din jî birîndar bûne.

Roja Înê li 6 navçeyan şerê giran di navbera hêzên herdû aliayan de berdewam bû. 

Artêşa Rûsyayê êrîşa asmanî li ser 10 navçeyan pêkanî û heta niha herî kêm 4 navçe kontrolkirine. Piştî ku ragihand, welatê wî li beramber êrîşa Rûsyayê bi tenê hatiye hiştin, Serokê Ukraynayê daxwazek arasteyî Putîn kir.

Serokî Ukraynayê Volodmyr Zelensky "Bila em bi hevre rûnin gotûbêjan bikin daku nehêlin xelk bimire."

Lê piştre Kremlinê ragihand, ku Ukraynayê gotûbêjên xwe ligel Rûsyayê rawestandine.

Berdevkê Serokê Rûsyayê Dimitry Peskov "Mixabin di demekê de, ev rawestandina dirêj vedikişe. Weke Serok got, Ukrayniyan dest bi cîgirkirina hejmareke mûşekavêjan li cadeyên sîvîl ên bajarên mezin kiriye. Kiev jî di nav de."

Îstixbareta Brîtanyayê jî dibêje "Hêzên Ukraynayê li navendên bajaran bereveaniyeke bihêz dikin."

Piştî lûtkeya NATOyê, Sekreterê Giştî yê wê hevpeymaniyê ragihand ku ew dê li ser piştgiriya bo Ukraynayê berdewam dibin.

Hevdem Yekitiya Ewropayê razîbû ku sermayeya Putin û Lavrov di nav wê yekitiyê de bê ragirtin.

 

Zêdetir bixwîne