Marco Rubio: Îran naxwaze li ser mûşekên balîstîk biaxive
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio destnîşan kir ku Îran red dike li ser mûşekên balîstîk biaxive.
Marco Rubio ev helwesta Îranê wekî "pirsgirêkeke mezin" bi nav kir.
Li gorî medyaya Amerîkayê, Marco Rubio di serdana xwe ya welatê Saint Kitts û Nevisê de daxuyaniyek daye.
Rubio anî zimên ku Îran xwedî gelek mûşekên balîstîk e ku bi taybetî yên nêzîkavêj in.
Wî diyar kir ku ev mûşek gefê li baregehên Amerîkayê û hevpeymanên wê yên li herêmê dixwin.
Welatên ku baregehên Amerîkayê li wan hene yên wekî Îmarat, Qeter û Behreynê jî di nav van gefan de ne.
"Çekên wan ên konvansiyonel hene"
Rubio da zanîn ku hêzên deryayî yên Îranê jî hene û ew gefê li veguhastina deryayî û Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dixwin û got:
"Ji ber vê yekê ez dixwazim her kes vê yekê fêhm bike.
Ji xeynî bernameya nukleer, ew xwedî çekên konvansiyonel in ku tenê ji bo êrişkirina Amerîka û Amerîkayiyan hatine çêkirin."
Rubio diyar kir ku divê ev mijar bên çareserkirin û gotûbêjên ku dê werin kirin dê zêdetir li ser bernameya nukleer bin û li pey çû:
“Em hêvî dikin ku bipêşketin çêbibe çimkî tercîha Serok (Trump) ew e ku di warê dîplomatîk de gav bên avêtin.
Lê divê em ji bîr nekin Îran red dike ku li ser mûşekên balîstîk bi me an bi kesekî din re biaxive, ev jî pirsgirêkeke mezin e."
Pêvajoya dan û standinên Amerîka û Îranê
Dan û standinên nukleer ên di navbera Îran û Amerîkayê de piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên Hezîrana 2025an rawestiyabûn.
Lê gotûbêjan bi hewldanên hinek welatên herêmê û bi navbeynkariya Umanê careke din dest pê kir.
Gava gefên êrişê û komkirina hêzên leşkerî yên Amerîkayê berdewam dikir, her du alî 6ê Sibatê li Umanê ji bo dan û standinên nerasterast li hev civiyan û wan biryar da ku hevdîtinan bidomînin.
Paşê gera duyem a hevdîtinan 17ê Sibatê li Cenevreyê berdewam kir.
Aliyan ragihand ku di hevdîtinan de bipêşketin hene û li hev kir ku 26ê Sibatê li Cenevreyê careke din bicivin.
Daxwazên aliyan çi ne?
Îran dixwaze ceza bên rakirin û li hemberî vê yekê ew dê bernameya xwe ya nukleer di çarçoveya sînoran de bihêle da ku bombeya atomî çênebe.
Amerîka jî dixwaze ku Tehran karên xwe yên dewlemendkirina (meyandin) uranyumê bi temamî rawestîne û stoka xwe ya uranyuma asta bilind derxe derveyî welêt.
Di hevdîtinan de rêjeya dewlemendkirina uranyumê û çarenivîsa nêzîkî 440 kîlogram uranyuma ku ji sedî 60 hatiye dewlemendkirin tên gotûbêjkirin.
Her wiha dema rakirina cezayan û mekanîzmayên piştrastkirinê jî di nav mijarên sereke de ne.