Şerê Efxanistan û Pakistanê gur dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkekî Artêşa Efxanistanê ragihand ku welatê wî wekî bersiv li dijî bombebaranên kujer ên rojên borî, dest bi "êrişên tund" li dijî cîrana xwe Pakistanê kiriye.
Îro Berdevkê Artêşa Herêma Rojhilatê Efxanistanê Wehîdula Mihemedî di peyameke vîdeoyî de got:
"Ji bo tolhildana wan êrişên asmanî yên ku Pakistanê li herêmên Nangarhar û Paktiyayê kirine, hêzên me yên sînorî yên li herêma rojhilat dest bi êrişên giran li ser bingeh û baregehên Artêşa Pakistanê kirine."
Şerê dijwar li ser sînor
Li gorî daxuyaniya fermî ya Ofîsa Medyayî ya Artêşa Efxanistanê, "pevçûnên dijwar" ji şeva pêncşemê ve dest pê kirine.
Heta niha Hikûmeta Pakistanê bi awayekî fermî destpêkirina van êrişan piştrast nekiriye û ti zanyarî li ser hejmara qurbaniyên gengaz li ber dest nînin.
Sedema aloziyê çi ye?
Ev zêdebûna aloziya navbera her du welatan piştî wê yekê tê ku roja yekşema borî Artêşa Pakistanê rêzeêrişên asmanî li ser sînorê Efxanistanê pêk anîbûn.
Îslamabadê wê demê ragihandibû ku wan "herî kêm 70 çekdarên terorîst kuştine."
Lê belê desthilatdarên Efxanistanê ev îdia bi tundî red kiribû û ragihandibû ku di wan êrişan de bi dehan welatiyên sivîl, di nav de jin û zarok, bûne qurbanî.
Niha rewşa sînorên di navbera Efxanistan û Pakistanê de gihiştiye asteke metirsîdar û egera berfirehbûna pevçûnên leşkerî heye.