Sûriye biryara Turmp weke destêwerdana karûbarên welatê xwe dibîne

26-03-2019
RÛDAW
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di warê yasayî de ti guhertin bi ser Golanê de nehatine
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di warê yasayî de ti guhertin bi ser Golanê de nehatine
Nîşan Amerîka Îsraîl Sûriye Golan Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara bi fermî naskirina Girên Golanê (Colan) weke axa Îsraîlê îmze kir, ew biryar bû sedema karvedanên navdewletî.

 

Sûriyê ew biryar weke êrîşa ser serweriya axa xwe da zanîn. Komkara Erebî biryar şermezar kir, Rûsyayê jî weke binpêkirina yasayên navdewletî pênase kir.

 

Hevdem Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de ragihand ku rewşa yasayî ya navçeya Golan weke xwe dimîne ku weke "navçeyên dagîrkirî yên di bin deshilata Îsraîlê" de daye nasandin.

 

Trump berê bi rêya Twitterê ragihandibû ku dema wê hatiye Amarîka îtîrafê bi wan navçeyan bike, wek beşek ji Îsraîlê.  Di merasîmekê de bi amadebûna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu, Trump biryar îmze kir û piştre wî ew pênûsa ku biryar pê îmze kiribû, wek diyarî da Netanyahu.

 

Trump, behsa girîngiya bilindahiyên Golanê bo ewlekariya Îsraîlê kir û got, bi vî awayî ewlekariya Îsraîlê li beramber gefên Îran, Sûriye û Hizbullahê parastîtir dibe.

 

Trump wiha got: “"Dewleta Îsraîlê bilindahiyên Golanê di sala 1967ê de kontrol kir bo garantîkirina ewlekariyê ji gefên derve. Îro, kiryarên dijminane ji aliyê Îran û grûpên terorîst ên başûrê Sûriyê ve, di nav wan de jî Hizbullah, berdewam in daku bilindahiyên Golanê bikin cihek bo êrîşên dijî Îsraîlê. Êrîşên gelekî dijwar. Her rêkeftineke aştiyê ku di siberojê de were kirin divê ew yek li ber çav bê girtin ku pêdiviya Îsraîlê bi wê yekê heye berevaniyê li xwe bike li beramber Sûriye, Îran û gefên din ên herêmî. Em naxwazin êrîşeke din wekî ya vê sibê ya bakurê Tel Avîv bibînin."

 

Netanyahu, spasiya Trump kir û ew xist rêza kesên wek Cyrusê Mezin û Lord Balfour ku di dîrokê de Cihû ji komkujî û jinavçûnê parastine.

 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu  wiha axivî: “Di dirêjahiya dîroka Cihûyan de çend ragihandin hebûn ji aliyê serkirdeyên ne Cihû ve li ser navê mirovên li nav axa me. Cyrusê Mezin, Şahê Mezin ê Fars, Lord Balfour, Serok Harry S. Truman û Serok Donald  Trump û hun rêzdar Serok. Rêzdar Serok, we neku her carekê lê du caran we ew yek kir, ragihandina we ya diyar derbarê Orşelîmê de û ragihandina we ya xuya ya îro li ser Golanê. Beşdarbûna we di demekê de ye ku Golan ji her demeke din bo ewlekariya me girîngtir e. Di demekê de ku Îran hewl dide binkeyan li Sûriyê dabimezrîne bo lêdana Îsraîlê."

 

Biryara Trump, yekser, karvedanên navdewletî bi pey xwe de anîn wek:

 

Sûriyê biryar wek êrîşa ser serweriya axa xwe û Rûsyayê jî wek binpêkirina yasayên navdewletî pênase kir.

 

Komkara Erebî şermezar kir û ragihand ku ti girîngiyeke wê biryarê nîne û bilindahiyên Golanê her ên Sûriyê ne.

 

Hevdem Neteweyên Yekbûyî di beyannameyekê de amaje bi wê yekê daye ku rewşa yasayî ya wan navçeyan wek xwe dimîne ku rêxistina navbirî wek "navçeyên dagîrkirî yên bin deshilata Îsraîlê" nasandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst