CENTCOM: Me li Îranê li zêdetirî 10 hezar hedefan xistiye

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan di operasyonên li dijî Îranê de li zêdetirî 10 hezar hedefên leşkerî xistiye.

CENTCOMê eşkere kir ku operasyon ji plana wan zûtir bi pêş ve diçin.

Fermandar Admiral Brad Cooper di peyameke vîdeoyî ya ku CENTCOMê li ser hesabê xwe yê Xê belav kiriye de axivî.

Brad Cooper diyar kir ku ew di hefteya çaremîn a operasyonan de ne.

Cooper da zanîn ku hêzên Amerîkayê li gorî plansaziyê li paş nemane, tewr zûtir gihiştine armancên xwe û got:

"Bi rastî, me tenê beriya çend demjimêran li armanca 10 hezaremîn a Îranê xist."

"Ji sedî 92yê Hêza Deryayî ya Îranê hat tunekirin"

Cooper diyar kir ku keştiyên şer ên Îranê bi salan e li avên herêmî gefan li bazirganiya cîhanî dixwin.

Cooper ragihand ku ev rewş êdî guheriye û dawî lê hatiye.

Fermandarê Amerîkayî destnîşan kir ku di çarçoveya operasyonên Amerîkayê de ji sedî 92yê keştiyên herî mezin ên Hêza Deryayî ya Îranê hatine tunekirin.

Li gorî gotina Cooper, ev keştî êdî nikarin derkevin deryayê.

Cooper li ser vê yekê wiha peyivî:

"Li gorî nirxandina min a operasyonî, êdî şiyana Îranê nîne ku hêza xwe ya deryayî bi awayekî watedar li herêmê nîşan bide."

Di şiyana dron û mûşekan de daketineke mezin

Fermandarê CENTCOMê anî zimên ku di rêjeya bikaranîna dron û mûşekan a Îranê de jî kêmbûneke cidî çêbûye.

Li gorî daxuyaniya Cooper ev rêje zêdetirî ji sedî 90î kêm bûye.

Hat destnîşankirin ku vê rewşê şiyana êrişkirinê ya Îranê ya li dijî hêzên Amerîkayê û welatên herêmê bi awayekî berbiçav kêm kiriye.

Zêdetirî 1340 kuştiyan

Aloziya li herêmê ji 28ê Sibatê ve gurtir bûye û bêrawestan didome.

Piştî ku Amerîka û Îsraîlê operasyoneke hevbeş bir ser Îranê, heta niha li Îranê zêdetirî 1340 kesan mirine.

Di nav kuştiyan de Rêberê Îranê Elî Xamineyî jî heye.

Tolhildana Îranê û bandora li ser herêmê

Tehran bi dron û mûşekan bersivê dide van êrişan.

Îran ne tenê li Îsraîlê, li Urdin, Îraq û wan welatên Kendavê jî dixe ku baregehên Amerîkayê li wan hene.

Ev êriş dibin sedema zererên mezin ên binesaziyê û her wiha bandoreke neyînî li bazarên cîhanî û geştên balafiran dikin.