Gelo Rûsya bi rastî wêneyên tesîsên Amerîkayê dide Îranê?
Moskow (Rûdaw) - Li Washingtonê tê îdiakirin ku Rûsya wêneyên satelîtê yên hemû tesîsên Amerîkayê û yên hevalbendên wê yên li Rojhilata Navîn dide Îranê.
Her wiha tê gotin ku Rûsya dron û mûşekan jî dide Îranê.
Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê Steven Witkoff îdia kir ku wî bi tundî hişyarî daye birêvebiriya Rûsyayê da ku piştgirîdana ji bo Îranê rawestîne.
Kremlîn van îdiayan wekî gotegot û manîpulasyon bi nav dike.
Rayedarên Rûsyayê dibêjin ew hewce nabînin ku bersiva her yek ji van îdiayan bidin.
Balansa zirav a Rûsyayê
Pisporê Pêwendiyên Navneteweyî û Serokê Bernameyên Kluba Valdaiyê Fyodor Lukyanov li ser vê mijarê got:
“Peymana ku Rûsya û Îranê par îmze kiriye, pir bi baldarî hatiye amadekirin.
Di peymanê de ji bo demê şer, berpirsiyariya Rûsyayê tune ye ku alîkariya leşkerî bide Îranê.
Lê gelo Rûsya dixwaze alîkariyê bide? Bi nêrîna min, di vê pirsê de helwesta birêvebiriya Rûsyayê hinekî tevlihev e.
Ji ber ku ji xeynî Îranê, pêwendiyên pir nêz ên Rûsyayê bi piraniya aktorên herêmê re hene, bi taybetî bi monarşiyên Kendavê re.
Ew welat di eniyeke li dijî Îranê de cih digirin. Rûsya jî giringiyê dide pêwendiyên bi wan welatan re.
Loma jî li vir balanseke pir zirav heye û divê Rûsya wê balansê li ber çavan bigire.”
Hevkariya di pergalên bêmirov de
Ji aliyê din ve, li gorî îdiayan, ji ber ku Îranê berê dronên Şahid didan Rûsyayê, niha Rûsya bi xwe bûye hilberînera pergalên bêmirov û vê carê dronên xwe yên şer dişîne Îranê.
Her wiha tê gotin ku Rûsya û Îran niha ji bo bipêşxistina pergalên nû yên bêmirov ên bi bandor û erzan hevkariyê dikin.
Pisporê Leşkerî û Emîralê Hêzên Deryayî Konstantîn Sîvkov jî wiha axivî:
“Ew rastî ye ku Dewletên Yekbûyî û Ewropa di maweyê çar salên borî de bi destê Ukraynayê li dijî Rûsyayê şer dikin û çek û cebilxane didin Ukraynayê.
Loma jî Rûsya alîkariya Îranê dike. Ev yek bê guman e û her kes di radeyekê de vê qebûl dike lê şêwaza piştgirîdanê nayê eşkerekirin.
Eger Îran birûxe, yan jî eger li wir desthilat bi rejîmeke alîgirê Amerîkayê biguhere, ev yek dê ji bo Rûsyayê bibe destpêka krîzên pir mezin li başûrê Qafqasyayê.
Ew krîz dê ji wir jî belavî bakurê Qafqasyayê ya Rûsyayê bibe.”
78 hezar karmendên nû
Di dawiya 2025an de bi fermî hat ragihandin ku di nav artêşa Rûsyayê de Hêzên Pergalên Bêmirov hatine avakirin.
Hat zanîn ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê plan dike ku heta dawiya 2026an 78 hezar û 800 karmendan ji bo Hêzên Pergalên Bêmirov wergire.
Ev yek nîşan dide ku pergalên bêmirov, her ku diçe zêdetir hem şêwaza şer û hem jî pergala artêşan diguhêrin.