Ban Ki-Moon: Pirsgirêka koçberan bi hêza serbazî çareser nabe
Navenda Nûçeyan - Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-Moon ragihand ku pirsgirêka koçberan bi hêza serbazî çareser nabe.
Ban Ki-Moon di daxuyaniyekê de derbarê krîza koçberan got ku ew krîz, krîzeke mirovahî ye û bi rêya serbazî nayê çareserkirin.
Ban Ki-Moon herwiha got ku ti çareseriyeke serbazî ji krîzên mirovahî re nîne û tişta girîng ew e ku em pirsgirêkan destnîşan bikin û rewşa mafên mirovan li welatên Afrîka û li Rojhilata Navîn baş bikin.
Ev daxuyaniya Ban Ki-Moon piştî wê yekê hat ku Fransa û çend welatên Ewropa însiyatîfeke nû ji bo çareserkirina krîza koçberan pêşkêş kirine û li gorî wê însiyatîfê, welatên Yekîtiya Ewropa dikarin hêzê li dijî qaçaxçiyên koçberan li beravên Lîbya bikar bînin.