Srî Lankayê nimêja înê qedexe kir
Kolombo (Rûdaw) – Ji ber metirsiya êrîş û teqînan, îro nimêja Înê li mizgevtên Srî Lankayê hat qedexekirin, herwiha rêkarên ewlehiyê hatin tundkirin û gelek hêzên ewlekariyê li derdora wan cihan hatin bicihkirin ku roja Yekşemiya bihorî li wan deran teqîn çê bibûn.
Şanderê Rûdawê li payetxta Srî Lankayê, Nasir Elî rewşa herî dawî li wî welatî dişopîne.
Şanderê Rûdawê li Srî Lankayê ragihand, bi biryareke hikûmeta Srî Lankayê, îro nimêja înê li hin mizgevtên Kolomboya paytext û çend bajarên din hate qedexekirin, lê belê li hin mizgevtên Kolomboyê di jêr çavdêriya tund a hêzên ewlekariyê de, misilmanan serdana mizgevtan kirin û nimêja bikom kirin.
Hêzên ewlekariyê yên Srî Lankayê jî rêkarên ewlehiyê tund kirine û lhejmareke zêde ya hêzên polîs û artêşê li cade û cihên gitştî yên Kolomboya paytext hatine bicihkirin.
Çend welatiyên misilman ên Srî Lankayî jî ji Rûdawê re axivîn û ragihandin, ew hatine mizgevtan daku ji qurbaniyên teqînan re duayê bikin.
Encûmena Misilmanên Srî Lankayê jî di daxuyaniyekê de êrîşên terorîstî yên li wî welatî şermezar kiriye û amadebûna xwe ragihandine ku alîkariyan pêşkêşî kesûkarên qurbaniyan bikin.
Hikûmeta Srî Lankayê jî ragihand ku hejmara kuştiyên wan êrîş û teqînên ku çê bûne, ji wê hejmarê kêmtir e ku berê hatibû ragihandin.
Heta niha 70 kes bi tohmeta hebûna pêwendî bi êrîşên 21ê Nîsanê ve ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Srî Lankayê hatine girtin û lêkolîn ligel wan tê kirin.
Serokomarê Srî Lankayê jî ragihandiye, plandaner û darêjerê sereke yê êrîşên li wî welatî, Zehran Haşim di teqîna dêrekê de li Kolomboya paytexta wî welatî hatiye kuştin.
Welatiyeke Srî Lankayî ji Rûdawê re dibêje, daxwaz ji wan hatiye kirin ku ji malên xwe dernekevin, ji ber ku heya niha rewş asayî nebûye.
Roja 21ê Nîsana 2019an ku Roja Cejna Qiyame ya Mesîhiyên cîhanê bû, heşt teqîn li Kolomboya paytext û çend bajarên din ên Srî Lankayê çêbûbûn. Li gor zanyariyên herî dawî, heta niha 360 kes hatine kuştin û hejmara birîndaran jî gihiştiye nêzîkî 500 kesan, di nav kuştiyan de 38 kes biyanî ne.