Nêçîrvan Barzanî tevlî merasîma veşartina termê Papa Francis bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li ser navê Herêma Kurdistanê û Îraqê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma cenazeyê Papa Francis bû.
Di merasîma ku li Romayê pêk hat û nêzikî 400 hezar kes beşdar bûn de, gelek serokdewlet, serokwezîr, şah û şajin amade bûn.
Li ser daxwaza Papa Francis, cenazeyê wî ji Bazîlîkaya St. Petrusê ya ku şeş kîlometreyan ji Romayê dûre, li Dêra St. Mary Majorê hat veşartin.
Di dema merasîmê de mêvan li Goristana St. Petrusê ya li bakurê Romayê civiyan.
"Ev vexendname ji kesayetiyên taybet re tên şandin"
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îtalyayê Rêzan Heme Salih ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku Vatîkan di mijarên beşdarbûna van merasîman de bi hestewerî tevdigere.
Salih got, "Ev vexwendname ji kesayetiyên taybet re tên şandin. Nêzîkbûn û têkiliyên wan ên bi Papa re tên berçavgirtin."
Salih her wiha destnîşan kir, "Her çi qasî Herêma Kurdistanê ji aliyê çiriya şêniyên Xiristiyan ve ji herêmên din cuda be jî, çanda jiyana bi hev re dike ku herêm bêhempa be."
"Têkiliya di navbera Papa û rêberên Herêma Kurdistanê de gelekî xurt bû"
Salih, derbarê têkiliya di navbera Papa û Herêma Kurdistanê de wiha axivî:
"Ayîna dawî ya Papa ya li Rojhilata Navîn li Herêma Kurdistanê pêk hat.
Têkiliya di navbera Papa û rêberên Herêma Kurdistanê de gelekî xurt bû."
"Vatîkan giringiyeke mezin dide Herêma Kurdistanê"
Sekreterê Partiya Xiristiyan a Beyt Nehrî Romeo Hakari jî di daxuyaniya xwe ya îro ji Rûdawê re got ku beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de xwedî wateyeke mezin e, "Ev beşdarî nîşan dide ku Vatîkan giringiyeke mezin dide Herêma Kurdistanê."
Hakari destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê mînakeke ku komên cuda yên etnîkî û olî bi aştî tê de dijîn.
Di merasîmê de, rêberên wekî Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî beşdar bûn.
Nêçîrvan Barzanî bi rêberan re civiya
Serok Nêçîrvan Barzanî, di merasîmê bi gelek rêberên cîhanê re civiya, wekî Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, Serokkomarê Estoniyayê Alar Karis, Serokkomarê Ermenistanê Vahan Khachaturyan, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Michael Waltz, Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani.
Papa Francis wekî 266emîn papayê Vatîkanê di 13ê Adara 2013an de hatibû hilbijartin.
Papa ku ji ber kêmbûna nefesê rakiribûn nexweşxaneyê, di 21ê Nîsana 2025an de di 88 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Papa Francis, berê têkiliyên xurt bi rêberên Herêma Kurdistanê re danîbû.
Papa di sala 2013an de li Vatîkanê pêşwaziya Mesûd Barzanî kiribû, di sala 2014an de bi Barzanî re li ser mijara penaberan gotûbêj kiribû, di 2015 û 2018an de jî bi Nêçîrvan Barzanî re civiyabû.
Her wiha, di 19ê Sibata 2020î de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li Vatîkanê bi Papa re civiyabû û tabloyeke ku curbecuriya olî û çandî ya Herêma Kurdistanê nîşan dide pêşkêşî wî kiribû.
Her wiha Papa Francis di sala 2021ê de bi serdaneke dîrokî hatibû Herêma Kurdistanê, li Stadyuma Franso Herîrî bi hezaran Xiristiyanan re ayîneke bikom pêk anîbû.
Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe ya sersaxiyê ya piştî wefata Papa Francis de gotibû: "Papa Francis bi bedenî ji nav me veqetiya, lê peyama wî ya hêvî û aştiyê dê ji bo mirovahiyê her û her bijî.
Serdana ku di 2021ê de pêk anî dê her tim ji bo gelê Herêma Kurdistanê çavkaniyeke rûmetê be."