Li Washingtonê hewla kuştina Trump: Kesek hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump li ser hewla reşandina guleyan a li Otêla Hiltonê ya Washingtonê agahiyên nû eşkere kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku êrişkar çend cureyên çekan bi xwe re biribûne û efserekî Dezgeha Nihênî ji nêzîk ve hatiye birîndarkirin.
Donald Trump di konferanseke rojnamegeriyê ya li Koşka Spî de axivî.
Trump diyar kir ku êrişkar "kujerekî bikirêgirtî" bûye û xwestiye êrişî destûra Amerîkayê bike.
Trump eşkere kir ku gumanbar xelkê eyaleta Californiayê ye û niha lêpirsîna wî berdewam dike.
Trump kêliyên bûyerê wisa vegotin:
"Ev aheng ji bo azadiya raderbirînê hatibû terxankirin ku biryar bû endamên her du partiyan û medyayê kom bike.
Min dît ku hemû bi hev re yekgirtî bûn, ew tiştekî gelekî xweş bû.
Mêrekî di xaleke kontrola ewlehiyê de bi çendîn çekan êriş kir û ji aliyê endamên wêrek ên Dezgeha Nihênî ve hat têkbirin."
Trump derbarê birîndarbûna efserekî Dezgeha Nihênî destnîşan kir ku efser ji nêzîk ve û bi çekeke gelekî bihêz hatiye gulebarankirin lê çaketê wî yê ku guleyan nabire jiyana wî rizgar kiriye.
Trump got: "Tenê beriya demekê ez bi wî efserî re axivîm, ew gelekî baş e û rewşa wî ya tenduristiyê baş e."
"Gule tenê li kesên ku karên mezin kiribin tên reşandin"
Serokê Amerîkayê ragihand ku ji bo "zelaliyê", wî ferman daye ku vîdeoya kêliya êrişê û çawaniya desteserkirina êrişkar li ser platforma "Truth Social" û platformên din were belavkirin û anî ziman:
"Di dema serokatiya xwe de min karên gelekî mezin kirin û gule tenê li kesên ku karên mezin kiribin tên reşandin."
Serokê Amerîkayê li ser bûyerê û pêwendiya wê ya bi Îranê re got:
"Di gera xwe ya yekem de min peymana Obama û Îranê hilweşand.
Nabe ku Îran bibe xwedî çeka atomî."
Trump red kir ku pêwendiya bûyerê bi Îranê re hebe û da zanîn:
"Ez bawer nakim ku pêwendiya wê bi Îranê re hebe lê lêpirsîn berdewam dikin."
Kêliyên tirsê li otelê
Trump li ser dika sereke rûniştibû dema ku dengekî bihêz ê guleyan hat bihîstin.
Di dîmenan de tê dîtin ku efserên Dezgeha Nihênî bi çekên xwe dora Trump digirin û wî bi lez dûrdixin.
Mêvanên ku nûçegihan, berpirsên payebilind ên birêvebiriya Trump û endamên kabîneya wî bûn, xwe di bin maseyan de veşartin û qêrîna "xwe daxin" dihat bihîstin.
"Serok û xanima yekem silamet in"
Dezgeha Nihênî di daxuyaniyekê de teqez kir, "Serok û xanima yekem silamet in."
Her wiha hat diyarkirin ku bûyer li nêzîkî xala kontrola ewlehiyê ya sereke ya li derveyî salona ahengê rû daye û kesek hatiye desteserkirin.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê nivîsî:
"Dezgeha Nihênî û hêzên ewlehiyê karekî gelekî baş kir.
Wan bi lez û wêrekî miamele kir. Êrişkar hat desteserkirin."
Serokê Amerîkayê her wiha destnîşan kir:
"Xanima yekem, cîgirê serok û hemû endamên kabîneya min di rewşeke gelekî baş de ne."
Karvedana navneteweyî
Seroka Meksîkayê Claudia Sheinbaum seroka yekem bû ku karvedaneke fermî nîşan da û ragihand:
“Tundî ti carî nabe rê. Cihê kêfxweşiyê ye ku Serok Trump û hevjîna wî silamet in."
Otela Washington Hiltonê heman ew cih e ku beriya 45 salan û sala 1981ê, serokê wê demê yê Amerîkayê Ronald Reagan di hewleke terorkirinê ya li ber deriyê wê de rizgar bûbû.
Ahenga îşev cara yekem bû ku Trump wekî serok piştî boykotkirina çendîn salan beşdarî wê dibû.
Tevî vê metirsiya ewlehiyê, Trump ragihandiye ku ew dixwaze di nav mehekê de careke din ahengê saz bike.
Polîsê Washingtonê û Dezgeha Nihênî dest bi lêpirsîneke kûr kiriye ku zanibin êrişkar bi tenê bûye an pêwendiya wî bi komekê re hebûye.
#VÎDEO - Kêliya êrişa li Otela Washington Hiltonê û dûrxistina Donald Trump
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 26, 2026
💢 Di dîmenan de tê dîtin ku dema cara yekem dengê guleyan tê bihîstin parêzvan çawa Donald Trump digirin û wî ji cihê bûyerê dûr dixin#DonaldTrump #Washington #USA pic.twitter.com/DKMNhHepWa