Hêviyên dan û standinên Îran û Amerîkayê kêm bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Hêviyên ji bo çareseriyeke dîplomatîk û bidawîanîna şerê di navbera Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê de kêm bûne.
Dan û standinên ku armanca wan bidawîkirina şerê 40 rojî yê Îranê bû, rawestiyane.
Ne Tehran û ne jî Washington amade ne ku mercên xwe yên li ser aliyê din nerm bikin.
Hewldanên navbeynkariyê bêencam man
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî dawiya hefteyê bêyî ku ti encam bi dest bixe, ji Pakistana navbeynkar vegeriya.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî serdana plankirî ya şandeyên xwe, Steve Witkoff û Jared Kushner, a ji bo Îslamabadê betal kir.
Van pêşhatan hêviyên aştiyê kêm kirin.
Li gorî daxuyaniyeke hikûmeta Îranê, Serokkomarê wî welatî Mesûd Pizîşkiyan di pêwendiyeke telefonî de ji Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf re ragihandiye ku Tehran naçe nav "dan û standinên bi zorê" yên di bin gef û cezayan de.
Pizîşkiyan her wiha got, divê Amerîka pêşî "cezayên" xwe rake, di nav de cezayên li ser benderên Îranê jî hene, berî ku dan û standinkar bikaribin ji bo çareserkirina aloziyan zemînê amade bikin.
Eraqçî serdana xwe ya ji bo Pakistanê wekî "gelekî bi berhem" bi nav kiribû.
Lê çavkaniyeke dîplomatîk a Îranî li Îslamabadê ragihand ku Tehran daxwazên zêde yên Amerîkayê qebûl nake.
Trump: Hemû kart di destê me de ne
Trump li Floridayê ji rojnamegeran re ragihand, wî serdana şandeyên xwe betal kiriye, ji ber ku dan û standin dê bibûna sedema geşteke bi mesref tenê ji bo gotûbêjkirina pêşniyareke "lawaz" a Îraniyan.
Trump got, piştî betalkirina geşta dîplomatîk, Îranê "gelek pêşniyar kirin lê ne bes bûn."
Li ser tora civakî ya Truth Socialê, Trump nivîsand ku "aloziyeke navxweyî û tevliheviyeke mezin" di nav serkirdayetiya Îranê de heye.
Trump di posta xwe de her wiha anî ziman, "Kes nizane kî berpirsiyar e, heta ew bi xwe jî nizanin.
Her wiha hemû kart di destê me de ne û tiştekî wan tune! Eger dixwazin biaxivin, bes e ku pêwendiyê bikin."
Tehranê bi asteke mezin Tengava Hurmizê girtiye ku di rewşeke asayî de pêncyeka barê petrol û gaza siruştî ya şilkirî ya cîhanê tê de derbas dibe.
Li hemberî vê, Washingtonê jî ceza daniye ser hinardekirina petrola Îranê.