Sûriya navçeyeke bazirganiya azad bi Rûsyayê re ava dike

 

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Rûsî ku serdana Beşar Esed kiribû got ku rewşa moralî û tenduristî ya serokê Sûriyê Beşar Esed baş e û tekez kir ku Sûriye dixwaze navçeyeke bazirganiya azad ava bike.

 

Cîgirê serokê hikûmeta Rûsyayê Dmitry Rogozin ku di heman demê de serokê şandeya Rûsî bo Sûriyê bû, ji malpera Nûçeyên Mosko re îro anî zimên ku ew bi Beşar Esed re civiyaye û got ku rewşa Esed baş bûye.

 

Rogozin ku di civîna komîteya wezarî ya Rûsî - Sûrî de beşdar bû got wan behsa karûbarên darayî û aborî û hevkariya serbazî kirin.

 

Li ser civîna wî bi serokê Sûriyê re Rogozin ji rojnameya Kommersant destnîşan kir ku Esed jêre gotiye ku gelê Sûriyê dizane ku kiryarên welatên rojava li Sûriyê rê li ber "şerê navxwe" li Sûriyê vedikin.

 

Cîgirê serokê hikûmeta Rûsyayê herwiha tekez kir ku Sûriye dixwaze navçeyeke bazirganiya azad ligel Yekîtiya Gumrikê ( ku ji Rûsya, Bilarûsya û Kazaxistan pêk tê) ava bike. 

 

Tê zanîn ku Rûsya ligel Îran piştgirê sereke yên rejîma Sûriyê ne û Rûsya heya niha 4 vîto di Civata Ewlehiya Navnetewî ji ber Sûriyê bikar anîne.