Tuncer Bakirhan ji bo pêvajoyê li Brîtanyayê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ji bo pêvajoya çareseriya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li Londona paytexta Brîtanyayê ye.

Tuncer Bakirhan di civîn û gotûbêjên xwe yên derbarê pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan de berdewam e û ji bo pêvajoyê daxwaza piştgiriya navneteweyî dike.

Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ku di çarçoveya serdanekê de li bajarê Londonê dest bi hevdîtinên xwe kir.

Bakirhan di çarçoveya serdana xwe de ji bo “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hewl dide piştgiriyeke navneteweyî bi dest bixe.

Rawestgeha yekem a Bakirhan û şandeya pê re, saziya navdar a cîhanê Chatham House bû.

Bakirhan îro beşdarî civîneke taybet a maseya gilover bû û di civînê de ku gelek kesayetên girîng û siyasetmedar jî amade bûn.

Bakirhan derbarê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de zanyariyên berfireh pêşkêş kirin.

Hevserokê DEM Partiyê her wiha derbarê şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn nêrîn û pêşniyarên çareseriyê yên partiya xwe bi beşdaran re parve kir.

Bakirhan piştre beşdarî sempozyumeke li Civata Lordan bû ku tevahiya rojê berdewam kir.

Sempozyuma ku siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr û siyasetmedarên Brîtanî jî beşdar bûn, rastî eleqeyeke mezin a medyayê hat.

Bakirhan li wir jî derbarê pêvajoyê agahî dan û banga piştgiriya navneteweyî ji bo “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” kir.

Hevserokê DEM Partiyê da zanîn ku statukoya 100 sal berê ya li herêmê hatiye avakirin bûye sedema kaos, şer û pevçûnan û da zanîn ku divê her kes bi nêrîn û felsefeyeke nû li çareseriya pirsgirêkan bigere.

Hat ragihandin ku Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan û şandeya pê re dê di rojên pêş de hevdîtinên xwe yên li Brîtanyayê bi saziyên cuda re bidomînin.