Pentagonê gotegot red kirin: 'Operasyona me ya li Îranê serkeftî bû'

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Pete Hegseth rexne li wan nûçeyên medyaya welatê xwe girtin û eşkere kir ku operasyona wan a li Îranê serkeftî bûye.

Medyaya Amerîkayê çend rapor li ser êrişa Amerîkayê ya li tesîsên nukleerî yên Îranê belav kiribûn.

Di wan raporan de hatibû îdiakirin ku operasyona Amerîkayê ya li santralên nukleerî yên Îranê serkeftî nebûye û zerer negihiştiye tesîsên nukleerî yên Îranê.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Pete Hegseth li gel Sererkanê artêşa Amerîkayê Dan Caine derbarê êrişa Amerîkayê ya li tesîsên nukleerî yên Îranê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

Pete Hegseth bal kişand ser raporeke nirxandinê ya neqediyayî ku îdia dikir êrişa li Îranê negihîştiye armanca xwe.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Pete Hegseth da zanîn:

"Di raporê de tê gotin ku ev nirxandin li ser bingeheke texmînî hatiye avakirin.

Hûn dizanin ev çi ye? Ev tê wê wateyê ku hemû pêşgotina we xwe dispêre bingeheke texmînî.

Eger hûn şaş bin, hemû tiştên din jî şaş in."

Pete Hegseth eşkere kir ku Amerîkayê zerereke "gelekî mezin" gihandiye tesîsên nukleerî yên Îranê û daxuyaniyên saziyên wekî Wezareta Parastinê ya Îsraîlê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) wekî çavkanî nîşan dan.

Hegseth rexne kir ku medya hewl dide serkeftina artêşa Amerîkayê paşguh bike û kêliyên dîrokî ji dest dide. 

Caine: Ji bo êrişê 15 salan amadehî dihat kirin

Sererkanê artêşa Amerîkayê Dan Caine jî derbarê êrişê agahiyên berfireh dan rojnamegeran û diyar kir ku zerereke mezin li şiyana nukleerî ya Îranê hatiye xistin.

Dan Caine ji bo nîşandana bandora êrişê amarên dîtbarî û vîdeoyên simulasyonê bi kar anîn.

Sererkanê artêşa Amerîkayê ragihand ku amadekariyên ji bo lêdana armancên li Îranê xwedî dîrokeke 15 salî ne û di vê pêvajoyê de bi sedan ceribandin hatine kirin.

Caine her wiha diyar kir ku di qonaxa yekem a êrişê de tebeqeyên stûr ên betonê yên li ser tesîsên nukleerî hatine jinavbirin û wan piştre bombeyeke din ji rêya kanalên hewayê şandine hundir.

Sererkanê artêşa Amerîkayê da zanîn ku ji ber teqîn û zextê wêraniyeke mezin çêbûye û vîdeoyên simulasyonê yên ceribandinên di pêvajoya amadekariya 15 salî de hatine kirin, bi çapemeniyê re parve kirin.

Di hinek torên medyayî yên Amerîkayê de li ser bingeha raporên destpêkî nirxandin hatibûn kirin ku êrişên Amerîkayê "pêkhateyên sereke" yên bernameya nukleerî ya Îranê "ji nav nebirine" û dibe ku tenê kar û xebat "çend mehan bi paş xistibin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku pîlotên ku êrişî tesîsên nûkleerî yên Îranê kirine, ji ber nûçeyên ku serkeftina êrişê dixin ber nîqaşê xemgîn bûne û dabû zanîn ku ji bo "rûmeta" pîlotan dê li Pentagonê konferanseke rojnamegeriyê were lidarxistin.