Maria Zakharovayê ji Rûdawê re got: ‘Em amade ne navbeynkariya Îran û Îsraîlê bikin’

Moskow (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji Rûdawê re ragihand ku armanca wan ew e ku nakokiyên li ser bernameya atomî ya Îranê ji holê rakin û got, “Me amadehiya xwe nîşan daye ku navbeynkariya Îran û Îsraîlê bikin.”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê bersiva nûçegihanê Rûdawê Kamîz Şedadî yên li ser agirbesta Îran û Îsraîlê û pêşhatên li Rojhilata Navîn bersivandin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharovayê got:

“Armanca pêşniyarên Rûsyayê çareserkirina nakokiyên bi bernameya atomî ya Îranê ve girêdayî ye.

Eger pêşniyara me ji aliyên pêwendîdar re balkêş be em dê amade bin ji bo berdewamkirina rola xwe ya navbeynkariyê.”

Piştî şerekî 12 rojan bi gotina Serokê Amerîkayê Donald Trump, Îran û Îsraîlê agirbest ragihand.

Donald Trump da zanîn ku ew dê vegerin ser maseya gotûbêjan.

Piştî ragihandina agirbestê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Rûsya amade ye beşdarî pêvajoya çareserkirina nakokiya di navbera Îran û Îsraîlê de bibe.

Her wiha îro Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Andrey Belousov jî anî ziman:

“Em amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibin navbeynkar.”

Maria Zakharovayê jî ragihand ku nêrîna Rûsyayê ya derbarê çareserkirina pirsgirêkan ji hemû aliyên peywendîdar re hatiye ragihandin û got:

“Armanca pêşniyarên Rûsyayê çareserkirina nakokiyên bi bernameya atomî ya Îranê ve girêdayî ye.”

Maria Zakharovayê her wiha da zanîn:

“Ji ber ku ev mijar gelekî hestiyar e, em hûrgiliyên pêşniyara xwe ji raya giştî re eşkere nakin.

Eger pêşniyara me ji aliyên pêwendîdar re balkêş be em dê amade bin ji bo berdewamkirina rola xwe ya navbeynkariyê.”