Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê: Piştgiriya Ukraynayê dê berdewam bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê (YE) li Bruksela paytexta Belçîkayê civiyan da ku li ser mijarên girîng ên wekî şerê Ukraynayê, aloziyên li Rojhilata Navîn, ewlehî û aboriyê gotûbêjan bikin.

Di lûtkeyê de, ji bilî Macarîstanê, hemû welatên endam soza xwe ya ji bo her cure piştgiriyê ji Ukraynayê re dubare kirin.

Ev lûtke, wekî civîna dawî ya beriya betlaneya havînê hat dîtin û rasterast piştî lûtkeya dîrokî ya NATOyê ya li Laheyê hat lidarxistin.

Ji ber vê yekê, rojeva sereke ewlehî û parastin bû. Hat diyarkirin ku piştî vê lûtkeyê, Serokatiya Demkî ya YEyê dê ji bo 6 mehan derbasî Rêveberiya Rûm a Qibrisê bibe.

Tevî vetoya Macaristanê piştgiriya xurt a ji bo Ukraynayê hat dubarekirin

Serokê Ukraynayê Volodomyr Zelenskyy di rûniştina li ser Ukraynayê bi rêya vîdeokonferansê beşdarî civînê bû û nêrînên xwe bi serkirdeyên YEyê re parve kir.

Li gel helwesta dijber a Macarîstanê, serkirdeyên YEyê peyameke xurt a "piştgiriya berdewam" dan Ukraynayê.

Di daxuyaniya Konseya YEyê de hat tekezkirin ku piştgirî ji bo serwerî, yekparçebûna axa Ukraynayê û endamtiya wê ya YEyê didome da ku Kyiv di pozîsyoneke bihêz de li ser maseya dan û standinan rûnê.

Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Em bombebarana berdewam a Rûsyayê ya li ser sivîl û binesaziya sivîl bi tundî şermezar dikin û bangî agirbesteke demildest bê şert û merc dikin."

Serkirdeyan bang li Rûsyayê kir ku ji bo bidawîanîna şer "îradeyeke siyasî ya rasteqîn" nîşan bide û bikeve nava dan û standinên watedar.”

Pakêta 18emîn a cezayan û şermezarkirina alîkarên Rûsyayê

Ji bo zexta li ser Rûsyayê zêdetir bibe, serkirdeyan ragihand ku ew amade ne pakêta 18emîn a cezayan li dijî Rûsyayê bipejirînin.

Di heman demê de, piştgiriya leşkerî ya berdewam a Îran, Belarûs û Koreya Bakur a ji bo Rûsyayê bi tundî hat şermezarkirin.

Di warê aborî de, hat diyarkirin ku YEyê dê îsal bi giştî 30,6 milyar euro alîkariyê bide Ukraynayê.

Serkirdeyên YEyê her wiha li ser mijara kirîna hevpar a çek û cebilxaneyan gotûbêj kirin da ku li gorî peymanên NATOyê mesrefên xwe yên parastinê zêde bikin.