Amerîka (Rûdaw) – Kurdekî Başûrê Kurdistanê yê bi navê Çiyayî Silêman, li bajarê Nashville yê Amerîkayê polîstiyê dike û erka parastina “taxên xeternak” li ser milê wî ye. Çiyayî dibêje, ez bi rêya Rûdawê ji rewşa Kurdistanê agahdar dibim...
Piştî şikestina Şoreşa Başûrê Kurdistanê di sala 1975an de, gellek kurdên Başûr ber bi welatên cîhanê ve çûn û bûn penaber. Wê demê gellek Başûrî jî çûn Amerîka û li bajarê Nashville ku paytexta eyaleta Tennesseeyê ya wî welatî ye, bicîh bûn.
Ji wê demê ve heta niha hejmara kurdan roj bi roj zêde bû û gihîşt wê astê ku Nashville wek Kurdisttana Biçûk bê naskirin.
Li wê derê, xortekî kurd bi navê Çiyayî Silêman ev çend sal in bûye polîs û taxên xeternak û xofdar ên wê deverê diparêze. Apê Çiyayî fermandeyekî hêzên Pêşmerge ye û niha jî li dijî DAIŞê şer dike.
Ew dibêje, gellek caran ez hizra wê dikim ku divê ez bibim pêşmerge û li kêleka apê xwe di şer de bim…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse