ALMANYA - Bajarê Dortmund derî li ser penaberan girt

Dortmund (Rûdaw) – Ji ber berfirehbûna şepêla çûna penaberan bo Almanya û zêdebûna hejmara penaberên ku berê xwe didin wî welatî, bajarê Dortmund ê wî welatî dergehên xwe bi ser penaberan de girt û êdî penaberan wernagre.


Bajarê Dortmund ê Almanyayê bi tenê di 3 hefteyên borî de, pêşwazî li nêzîkî 17 hezar penaberan kiriye, ku rêjeyeke zêde ji wan penaberan xelkê Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê ne. herwiha erebên sûriyê ne jî.

 

Ew koçberên ku berê xwe dane Almanyayê dibêjin ku ew di gelek zehmetiyan re derbas dibin û niha jî piştî tomarkirina navên wan û pişkinînê, ew ji bo kampan têne veguhastin.

 

Yek ji wan penaberan ku xelkê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye û ev 2 hefte ne gihîştiye Almanyayê, dibêje ku  ew li hatina xwe poşman bûye û hêvî dike, rewşa welatê wî di demek zû de baştir bibe da ku ew bikaribin vegerin cihên xwe.