Mezintirîn Festîvala Serxwebûnê li Almanyayê birêve diçe

Koln (Rûdaw) – Bi sponsoriya Tora Medyayî  ya Rûdawê, niha bi beşdariya bi hezaran kurd, mezintirîn festîvala piştgiriya kurdistaniyên dîasporayê bo Serxwebûna Kurdistanê li Almanyayê bajarê Kolnê birêve diçe.

 

Kurdistaniyên dîasporayê yên li welatên Holand, Belçîka, Swîsre, Fransa û li bajarên cûr bi cûr berê xwe dane Almanyayê bo beşdariya festîvala li bajarê Kolnê.

 


 

Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora festîvalê ye û kêlî bi kêlî festîvalê dişopîne.

 

Festîval li gor dema Kurdistanê di saet 15:00an de bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir û heta çend demjimêran dê berdewam be.

 

Çend nivîskarên dostê kurdan û çend parlementerên almanî beşdarî festîvalê bûne û dê gotarên xwe pêşkêş bikin. Herwiha di festîvalê de peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hate xwendin.

 

Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Giştpirsî armanc nîne. Ji bo gihiştina armanceke mezintir wesîle ye ku ew jî serxwebûn e. Ev ne tenê ji bo gelê kurd e, ji bo hemû wan netewe û olan e ku li Kurdistanê dijîn.”

 

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî aşkere kir: “Ji bo gelê Kurdistanê bikare xwe ji şer û pirsgirêkên li Iraqê biparêze, divê xwediyê serweriya xwe be. Ji ber vê yekê, ya baştir ew e ku Kurdistan û Iraq bibin du cîranên baş, da ku pirsgirêkên mezintir di navbera wan de dernekeve .”

 

Di festîvalê de kurdên her çar parçeyên Kurdistanê, piştgiriya xwe ya ji bo pêkanîna giştpirsiya Başûrê Kurdistanê bo serxwebûnê nîşan didin.