Lavrov û Pedersen ji bo Sûriyê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen re li Moskowa paytexta Rûsyayê civiyan. Lavrov ragihand ku Rûsya giringiyê dide rewşa Sûriyê, herwiha li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî 2254 a derbarê rewşa Sûriyê de kar dike da ku çareseriyeke siyasî li wî welatî bê kirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got "Vê dawiyê hinek hevalên me yên Rojava zanyariyan belav dikin û dibêjin ku piştî operasyona me ya leşkerî li Ukraynayê, Rûsya nema guh dide çareserkirina rewşa Sûriyê. Ti wate ji van daxuyaniyan re nîn in. Ev nûneratiya nerîna me nake derbarê çareserkirina giştî ya rewşa Sûriyê, ji wê jî piştevaniya me ya ji bo şanda we."
Rûsya ji 2015an ve piştevaniya hêzên hikûmeta Sûriyê dike li dijî grûpên opozisyonê, bi rêya hêzên xwe yên bejayî û esmanî, ku karîbû piraniya navçeyên wî welatî careke din vegerîne bin deshilata hikûmetê, yek ji welatên garantor e di rawestandina şer li bakurê rojavayê wî welatî, bi hevahengî li gel Tirkiyê û rêkxera platforma Astana ye li gel Tirkiyê û Îranê jibo çareserkirina rewşa siyasî ya Sûriyê.
Gier Pedersen ji aliyê xwe ve nîgeraniya xwe anî ziman derbarê rewşa aborî û aloziyên li Sûriyê.
Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Otto Pedersen dibêje "Ez nîgeran im derbarê rewşa li ser zemînê, tundûtîjî zêde bûye. Ez her meh daxwazê ji Encûmena Ewlekariyê dikim li van pirsgirêkan binêre. Pêwîst e em li rewşa aloz a li ser zemînê binêr in, li astengiyên aborî, têkçûna aboriya Sûriyê binêr in, herwiha li hemû pirsgirêkên girêdayî bi şerê li dijî terorê binêr in."
Ji 2011an ve şerê navxwe yê Sûriyê berdewame di encamê de li gorî Neteweyên Yekbûyî bêhjtir ji 300 û 7 hezar kes hatine kuştin, 6 milyon û 600 hezar kes koçberî derve bûne, 6 milyon û 700 hezar kes jî li navxweyî wî welatî derbider bûne.