RÛSYA - Yekîtiya Kurdologan hat damezirandin
Moskow: Li Moskowaya paytexta Rûsyayê, bi beşdariya nêzîkî 40 Kurdnas, Rojhilatnas, Sosyolog û Siyasetnasên ji nifşê ciwan, Yekîtiya Kurdologan hat damezirandin.
Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn a Moskowê mazûvaniya konferansa damezirandinê kir.
Di konferansê de peyamên pîrozbahiyê yên gelek partiyên siyasî yên Kurdistanê hatin xwendin.
Partiyên wekî PDK, YNK, PYD, Partiya Komûnîst, DEM Partî û Partiya Herêman piştgiriya xwe ji bo yekîtiyê anî ziman.
Her wiha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya pêşxistina Kurdolojiyê ya li Rûsyayê.
Beşdarên konferansê di axaftinên xwe de rola dîrokî ya Rûsyayê ya di zanista Kurdolojiyê de bi bîr anîn û destnîşan kir ku Rûsya yek ji damezrînerên vê zanistê ye.
Hat amajekirin ku navendên Kurdnasiyê yên li Moskow û St. Petersburgê hîn jî çalak in.
"Armanca jinûveçalakkirina rêrewa Kurdnasiyê ye"
Serokê Yekîtiya Kurdologan û rêkxerê Konferansê Swara Şakelî armanca konferansê wiha anî ziman:
"Di van salên dawî de hin lewazî bi rêrewa Kurdnasî ve heye. Armanca me ew e ku ji nû ve ew lewazî çalak bikin.
Hewil bidin, bibin pirek di nava Kurdistan û Rûsya de, di warê kulturî, ferhengî û zimanî de.
Û sûd ji wan çavkanî û zanînên mezin ên li Rûsyayê werbigrin û bikar bînin û di warê zanistiyê de têxin pratîkê.
Armanca me ew e ku bikaribin kar bikin li ser Kurdnasên genc ku wan kom bikin û bikaribin hemû deng û reng û ciyawaziyan li ser mêzekî kom bikin."
Bê guman, hemû axêver di serê gotara xwe de balê dikşînin ser têkariya Rûsyayê, wekî yek ji danerên zanista Kurdolojiyê ku du navendên Kurdnasiyê hê jî li Moskow û Petersburgê çalak in.
Bi nêrîna beşdarên Konferansê, potensiyala Yekîtiya Kurdologan ya nû damezirandî heye ku ew valahiya 30 salên dawî yên Kurdnasiya li Rûsyayê tije bike.
"Bi bipêşvebirina xebatên Yekîtiya Kurdologan ve pêgeha Rûsyayê jî dê li herêmê xurtir bibe"
Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn Murad Sadiqzade balê kişand ser bandora xebatên Kurdologan a ji bo Rûsyayê û wiha got:
"Rojhilata Navîn, bê guman, landika şaristaniyê ye û gelê Kurd jî yek ji gelên herî giring ên Rojhilata Navîn e ku bi kultur û kevneşopiyên xwe yên taybet ve tevlî wê şaristaniyê bûye.
Pir mixabin ji bo Rûsyayê ku salên 90î, piştî rûxîna Yekîtiya Sovyetê qonaxeke pir dijwar bû û me di warê Kurdnasiyê de gelek tişt winda kirin.
Lê bi pêşvebirina xebatên Yekîtiya Kurdologan ve, bi nêrîna min, pêgeha Rûsyayê jî dê li herêmê xurtir bibe.
Û têgihştina pirsa Kurdî û proseyên li Kurdistanê di nava komeleya pisporên Rûsyayê de û pê re jî, di nava rayedarên dewletê de jî xurtir bibe.”
Yek ji taybetmendiyên Yekîtiya Kurdologan, wekî ku rêkxer û axêver amaje pê dikin, beşdariya lêkolêrên ciwan e.
Jixwe di salên dawî de hejmarek lêkolerên ciwan ên ji Kurdistanê xebatên xwe li Rûsyayê dimeşînin.
"Em dê karibin ji pencera Kurdistanê li pirsgirêka Kurdî binêrin"
Zimannas û lêkolerê ji Bakûrê Kurdistanê Şoreş Abi valahiya di pirsgirêka Kurdî de wiha anî zimên:
“Valahiyeke gelek mezin hebû li gorî me, li gorî wekî ciwanên lêkolîner, yên xwe wekî Kurdolog bi nav dikin.
Me ew valahî wisa dît ku pirsgirêka Kurdî, çanda Kurdî, Kurdistan bi tevahî ji pencereya zanistên din lê dinêrin; wekî Îranîstîka, wekî zanistiya Erebî, Turkolojîyê.
Bi ya min, bi vê platformê em dê bikaribin êdî di warê zanistî de, di warê zanyarî de, ji pencera Kurdistanê li pirsgirêka Kurdî binêrin.”
Mîna li hemû welatan, li Rûsyayê jî peymangehên lêkolînan, bi taybetî yên Rojhilatnasî, girêdayî dewletê ne û lêkolînên xwe li gorî berjewendiya siyaseta derve ya vî welatî pêşve dibin.
Rêxerên Yekîtiya Kurdologan bi îdîa ne ku ewê dê bikaribin di duristbûna siyaseteke objektîv a Kurdî ya Rûsyayê de roleke bilîzin.